Li dijî avahiya NY a li Mogadîşû êriş

Li dijî avahiya NY a li Mogadîşû êriş

Li paytexta Somalî Mogadîşû, li dijî navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) êrişeke bombeyî pêk hat.

Hat ragihandin, êrişkarê bombe li ser xwe pêçandibû ketiye hundurê avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li paytext Mogadîşû û li vê derê bi hêzên ewlekariyê re şer kiriye. 

Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, di pevçûna nêzî 2 saetan de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berpirsyariya êrişê rêxistineke bi navê Eş Şebab ku tê îddîakirin nêzî El Kaîdeyê ye, wergirt ser milê xwe.