Li Derya Sipî keştiya penaberan noqî deryayê bû
Li Derya Sipî keştiya penaberan noqî deryayê bû
Li Derya Sipî keştiya penaberan noqî deryayê bû
Li herêma Derya Sipî û Sicilya ya herêma Maltayê keştiya 250 penaber bar kiribûn noqî avê bû.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îtalî (ANSA) li Derya Sipî û Sîcilyayê keştiya penaberên ku ji Efrika koçî Ewropayê dikirin nokî deryayê bû. Di keştiya noqî avê bû de 250 penaber ketin deryayê. Hat zanîn ku keştî li nêzî Malta girava Lampedusa 60 mil durî giravê pêk hatiye.
Hefteya borî jî li Girava Lampedusa keştî noqî avê bûbû û 312 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.