Li Derya pî drama koçberan: 40 windahî
Li Derya pî drama koçberan: 40 windahî
Li Derya pî drama koçberan: 40 windahî
Derya Spî, koçberên bi hêviyekê ji welatên xwe dikevin rê û berê xwe didin Ewropayê, her dadiqurtîne. Rayedarên Lîbyayê da xuyakirin ku li nêzî peravên rojhilatê welêt bi qasî 40 koçber winda bûne.
Ji Yekîneya Ewlekariya Peravan a Lîbyayê rayedarekî diyar kir ku da zanîn ku 50 kîlometre li peravên rojhilatê welêt keştiyeke koçber tê de bû noqî binê avê bûye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rayedarên Îtalî, ji bo rizgarkirina mirovên di keştiyê de ekîbek şandine û 55 koçber hatine rizgarkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî gotinên koçberên hatine rizgarkirin, di keştiyê de bi giştî 95 kes hebûn.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), di dema çûyîna welatên Yekîtiya Ewropayê de, di navbera Îtalya û parzemîna Afrîkayê de bi tenê îsal 3 hezar penaberan jiyana we ji dest dane.