Li Den Haag ji bo azadiya Ocalan 21 hezar îmze hatin komkirin
Li Den Haag ji bo azadiya Ocalan 21 hezar îmze hatin komkirin
Li Den Haag ji bo azadiya Ocalan 21 hezar îmze hatin komkirin
Li bajarê Den Haag ê Hollanda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî 21 hezar îmze hatin komkirin. Kurdistanî di Mîhrîcana Rock û di Mîhrîcana Mîlan a ku 3 rojan berdewam kir de ji bo komkirina îmzeyan seferber bûn.
Xebatên kampanyaya îmzeyan a bi dirûşmaya ji bo azadiya Ocalan hatin destpêkirin bi hemû leza xwe berdewam dike. Li bajarê Denhaag ê Hollanda di 2 mîhrîcanên cuda de Kurdistaniyan bi qasî 21 hezar îmze kom kirin. Tevayî endamên Komîsyona Meclîsa Gel a li Den Haag ku beşdarî komkirina îmzeyan bûn, Komîsyona Têkiliyên bi Gel re 6760, Komîsyona Ciwanan 5320, Komîsyona Çandê 3380, Meclîsa Jin 2500, Komîsyona Saziyan 2120, Komîsyona Civakî 800, Komîsyona Aştî û Lihevkirinê 720 bi tevayî 21.600 îmze hatin komkirin.
BI HEZARAN KESÎ RE PÊYWENDÎ PÊK HAT
Gelê Kurd di çarçoveya kampanyaya îmzeyan de ku bi hezaran kesî re yekser ketin nav pêywendiyan ev tespît kirin: “Hat dîtin ku bi dîplomasiya gel re agahiyên şaş ên ku hêzên hegemonîk ên navendî û dagirkeran der barê Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd de dane dikare bê guhertin.” Kesên Hollandî yên ji welatên cuda yên Ewropayê hatibûn jî cih bi cih ji bo kampanyayê îmze kom kirin.
JI BO KAMPANYAYA ÎMZEYAN WÊ XEBAT BERDEWAM BIKIN
Umît Çewlik û Kenan Kanîreş ku li ser navê komîsyona rêxistinkirinê ji ajansa me re axivîn destnîşan kirin bi tevlîbûneke xurt serketina ku hatiye bidestxistin divê berdewam bike. Her wiha gotin ku gelek Kurdistanî jî bi roj diçûn karên xwe û bi şev jî dihatin heta nîvê şevê di mîhrîcanê de îmze kom dikirin.
Ji Komîsyonan Ciwanan Erdal Kanîreş jî got, “Wek nifşê ku em li vir çêbûn û mezin bûn, di pêşxistina dîplomasiya gel de wezîfeya herî mezin dikeve ser milê me. Ez bawer im bi nûnertiyeke baş û bi xebateke bi hêz em ê bigihêjin serketinê.”
MECLÎSA JIN BI HÊZ TEVLÎ BÛ
Di encamstendina serketî ya kampanyaya îmzeyan de kedeke mezin a meclîsa gel jî çêbû. Jinan ku ji malên xwe destpêkirin, li her cihî îmze komkirin. Her wiha malbatên li derdora xwe yên Ereb û Tirk jî ku ziyaretkirin ji bo di vê pêvajoyê de ew jî bibin alîgirên aştiyê îqna kirin