Li Danîmarkayê ‘şehîdên Rojava û Rojhilat’ hatin bîranîn

Li Danîmarkayê ‘şehîdên Rojava û Rojhilat’ hatin bîranîn

Li peytexta Danimarkayê  Kopenhagê li Navada Çanda Kurdan şehîdên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê yên di nava   Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn de hatin bi bîranîn. 

Nûnerê PYD’ê yê Danîmarkayê Bavê Husên  di civîna bîranê de axiftinek kir û da diyar kirin ku gelê Rojavayê Kurdistanê 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê bi şer pêşwazî kir.

Bavê Husên bal kişana li ser çeteyên ku  êrîş dikin li ser Kurdan  û diyar kir ku ev  êrîşane ji aliyê Tirkiyê û welatên din ve tên piştgirîkirin û  Gelê Rojava dibin banê ambargoyê di hêlin û di xwazin bê mirov bihêlin û got: “Bila Cihan van komkojî û zolma li ser Kurdan tê kirin bibîne. Roj roja yeketiya gelê Kurde. Li çi parçî dibe bila bibe em dixwazîn gelê me xwedî li têkoşînê derbikeve.”

Bavê Husên daxuyakirin ku Emdanê Meclîsa Gel Şêxmûş Omer yê ku di dama noxteya kontrolê YPG’ê rastî êrîşê hatî de jiyana xwe ji dest dayî de ew hevalên xwe bi  mînakekî qehremaniya ne jiyana xwe ji dest dane.

Di biranînê de gerîllayên ku di rojên bûrî de di şerê di nav bera HRK’ê û leşkerên îranê de jiyana xwe ji dest dayîn ji hatin bi bîranîn. Di bîranînê de nûnerê PJAK’ê axîvî û da zanîn ku, her çar parçeyên Kurdistanê wê bi berxwedana xwe bersivê bide siyaseta tevkojiyê û kirkirinê.