Li Danîmarkayê doza ku Kurd têne darezandin destpê kir
Li Danîmarkayê doza ku Kurd têne darezandin destpê kir
Li Danîmarkayê doza ku Kurd têne darezandin destpê kir
Li Danîmarkayê doza ku 11 kesên bisûcdariya ‘piştgiriya aborî’ didin PKK’ê têne darezandin îro destpê kir.
Rûniştina yekem îro di demjimêr 09:30’an de li Dadgeha Bajarê Kopenhagê destpê kir. 11 kes têne gunehbarkirin ku 17 milyon euro ji PKK’ê re şandine. Bersûcên ku sûcdarî qebûl nekirin, 10 sal cezayê girtîgehê jêre têne xwestin.
Çav lê ye ku dadgeh dawiya meha Adara sala bê dozê biencam bike û di meha Gulanê de jî biryarê aşkera bike.
Li ser banga Navenda Çand Kurdan ya Danîmarkayê, Kurdistanî û dostên li welat jiyan dikin li ber dadgehê kombûn. Di mitînga hatî amadekirin de gelek kes ji welatên Almanya û Îskandinawya tevlî bûn. Di mitînga ku sloganên “Ji bo jiyaneke azad û edalet tu jî dengê xwe derxîne”, zextên li ser kurdan hatin şermezarkirin û hate xwestin ku dawî li vê bêedaletiyê were.
Navenda Çanda Kurd ya li Danîmarkayê di daxuyaniya dayî de got: “Weke tê zanîn 18’ê Îlona 2012’an polîsên Danîmarkayê 8 hevalên me biawayek neheq girtin û 7 hevalên me qasî sê mehan neheq di binçavan de girtibûn. Weke din jî hevalek din ê me li Almanyayê hate giritn û ev nêzî salekê ye hêjan îfadeyên wî nehatine girtin û girtiye. Di heman rojê de di ser komeleya me de girtin, li rexmî kilîta derî tunebû jî bi mircan derî şikandin û zirar dan komeleya me, dixwazin kurdan krîmînalîze bikin.”
Ji dervey vê jî Kurdekî din ê li Swîsreyê hatiye binçavkirin, lê ji ber ku ew sûcdarkirinên ku meqamên Danîmarkayê dike, li Swîsreyê nesûcin jî serbest nayê berdan. Komeleyê diyarkir ku, “Piştî ku 7 kesên di operasyonê de hatibûn binçavkirin, biryar hate girtin serbest bêne darezandin jî, du hevalên me ên Kurd ji heman gunehbariyê daxilî dozê kirin.”
Komeleyê aşkera kir ku, bi vî awayî di doza Kopenhagê de hêjmara kesên têne darezandin giha 11’an. Hate destnîşankirin ku, Kurdên ku li ser axa xwe hatin qutkirin û bêmafiyê li Ewropayê jî pey wana neberda û hate gotin ku, dixwazin rêxistinbûna kurdan a li Ewropayê bi operasyonan belav bikin.
Komeleyê bang kir ku, “Ji bo vala derxistina komploya navnetewî ya hewil dide coxrafya Ewropayê kurdan krîmînalîze bike, li ber çavê rayagiştî biçûk bixe, her wiha ji bo daxwaza jiyanekî azad, birûmet û wekhev tu jî dengê xwe bilind bike.”