Li Çorluyê polîsan ciwanêkî 20 salî qetilkir

Li Çorluyê polîsan ciwanêkî 20 salî qetilkir

Li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê polîsan ciwanê ku li hişyariya "Raweste" guhdar nekir da ber guleyan û qetil kir. Ciwanê bi navê Zafer Çokal li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Çorlu ya Tekirdagê ciwanê 20 salî Zafer Çokal dema li taxa Hatipê bi maşineya plaqeya 59 TA 675 di rêde diçû rastî gulebarana polîsan hat. Polîsan bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekiriye gule barandin û di gulebarandina polîsan de Çokal jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çokal piştî rapora otopsiyê ji aliyê xizmên wî ve li goristana navçeyê hat definkirin. Hat zanîn ku piştî bûyerê du dabancayê polîsan ji bo rapora balîstîk şandin lêkolînê.

Hat zanîn ku Çokla ji ber sûcê edlî hatibû girtin û 4 meh berê ji Girtîgeha Vekirî ya Muratli firar kiribû. Xizmên Çokal Tasim Bilicî bertek nîşan da û diyar kir ku di tu hiqûqan de înfazek bi vî rengî tune.