Li Çînê zêdeyî 70 kes di deryayê de winda bûn

Li Çînê zêdeyî 70 kes di deryayê de winda bûn

Ji ber tayfûna li başûrê Çînê xist, 3 keştiyên masîgiran binav bûn û zêdeyî 70 kes winda bûn.

Li gorî nuçeya ajansa nûçeyan a Çîn a Nû ku agahiyên xwe dispêre rayedaran, ji roja Yekşemê û vir ve ji ber tayfûna "Wûtîp" sê keştiyên masîgiran binav bûn û 75 kes winda bûn. Hat ragihandin ku keştiyên binav bûne ji bajarê Gûangdong ê li başûrê Çînê ne. Televîzyona dewletê CCTV jî diyar kir ku li deryayê li 74 kesan tê gerîn.

Hat ragihandin ku li rêgeha tayfûnê pênc keştiyên tê de 171 kes hebûn hatine dîtin, 14 jê hatine rizgarkirin û operasyon dewam dikin. Wezîrê Ragihandinê ji bo operasyonên rizgarkirinê balafirek şand.

Tayfûnê Wûtîp ku xwedî leza ji saetê 140 km re ye, tê payîn îro danê nîvro bigihêje peravên navendî yên Vîetnamê. Rayedaran li vê herêmê 70 hezar kes veguhastin qadên ewle. Her weha dibistan hatin girtin.

Tayfûnê Wûtîp, hefteyek piştî tayfûnê Ûsagî yê li başûrê Çînê rê li ber mirina 30 kesan vekir, derket holê.