Li Çînê karên ne li rê yên rayedarên payebilind zêde dibin

Li Çînê karên ne li rê yên rayedarên payebilind zêde dibin

Li Çînê, ku xwedî aboriya herî bi lez bi pêş dikeve ye, karên ne li rê yên rayedarên payebilind zêde dibin. Di nava vê hefteyê de der heqê 2 payebilindan de lêpirsîn hat destpêkirin. 

Li gorî ku ajansa nûçeyan a Çînê, der barê endamê komîsyona çavdêriya kargehên dewletê Jiang Jiemin de ji ber karên ne li rê lêpirsîn hatiye vekirin.

Komîsyona ser bi kabîneyê, ku Jiemin endamê wê ye, yekser ji 100 kargehên dewletê berpirse.

Jiemin ku di meha Adarê de bû endamê komisyonê, pêş wêna jî serokê şîrketa li welat a herî mezin National Petroleum Company-Petrola Navcîhanî bû. 

Roja Înê der barê endamê Polîtburo ya Partiya Komûnîst a Çînê Zhou Yongkang de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Hate îdiakirin ku Youngkan ji petrol û bi hevpeymanên veşartî bi milyonan pere derbasî hesabê xwe kiriye.

Hefteya derbasbûyî jî der barê siyasetmedarekî berê yê payebilind Bo Xilai de doz hatibû vekirin. 
Xilai ji ber karên ne li rê û bikaranîna xerab a erka xwe dihat darizandin. Dadgeha ku Xilai gunehbar dîtî, cezayê lê biriye hînê aşkera nekiriye.