Li Çînê ji ber lehiyê 105 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Çînê ji ber lehiyê 105 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Çînê ji ber lehiyê 105 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bakurrojhilatê Çînê ji ber barana zêde lehî rabû û li gorî agahiyan 105 kesan jiyana xwe ji dest da û 115 kes wenda ne.
Li Çînê ji ber barana zêde lehî rabû, 105 kesan jiyana xwe ji dest dan û 115 kes jî wenda ne. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Çînê Xinhua bi taybet eyaletên Liaoning û Guangdong ji ber barana zêde zirarek mezin dîtine û li van deran bîlanço girane û bi sed hezaran kes ji herêmê afetê hatine veguhestin. Hikûmeta Çînê da zanîn ku barana zêde bandorek neyînî li ser 8 milyon kesan kiriye û li bakurê welat li gorî salên dawî barana herî zêde barî ye. Li başûrê welat ji ber lehî û bahozê 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.