Li Çînê hejmara miriyên ji ber teqîna lûleya petrolê bû 47
Li Çînê hejmara miriyên ji ber teqîna lûleya petrolê bû 47
Li Çînê hejmara miriyên ji ber teqîna lûleya petrolê bû 47
Li rojhilatê Çînê, hejmara kesên ji ber teqîna lûleya petrolê ya li bajarê Qîngdao jiyana xwe ji dest dan, derket 47'an.
Li bajarê Qîngdao yê li rojhilatê Çînê, di dema tamîrkirina lûleya petrolê ya fîrma Sinopec de duh serê sibê teqînekê rû da.
Ji ber teqîna lûleya petrolê ya li binê erdê, bajar veguherî qada şer.
Hat ragihandin ku di encama teqînê de 47 kesan jiyana xwe ji dest dan, 135 kes jî birîndar bûn. Ji ber rewşa xetere ya birîndaran fikar tê kirin ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
Petrola ku ji ber teqînê li lûleyê derket beşeke mezin a peravên bajêr gemarî kir.
Her wiha ji ber teqînê gelek avahî û rêyên li herêmê ziyaneke mezin dîtin.
Li gorî agahiyan, di şeş mehên destpêkê yên îsal de, ji ber kêmasiyên di ewlekariya kar de li gelemperiya Çînê 28 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.