Li Çînê bager: 500 hezar kes hatin veguhestin
Li Çînê bager: 500 hezar kes hatin veguhestin
Li Çînê bager: 500 hezar kes hatin veguhestin
Piştî hişyariya li rojhilatê Çînê bagera “Sulik” nêz dibe, nîv milyona kes hatin tahliye kirin.
Ji ber sedema bagera Sulik ya ku baranên zêde jî li gel tên nêz bû, li rojhilatê Çînê nîv milyon kes hatin tahliye kirin.
Bagera Sulik li nêzî herêma Fujian ya Çînê bi bayeki di seetê de lezekî 120 lêxist.
Beriya ku bager bigehe Çînê, li Taywanê bû sedema mirina du kesan û winda bûna kesekê, her wiha birîndarbûna 104 kesan.
Hate ragihandin ku, 500 hezar kesên hatine tahliye kirin birine herêma Zhejiang li cihên bi ewle bicih kirine. Li gorî ajansa nûçeya Çîna Nû, 31 hezar keştî kêşane ber beravên herêmê, li berava Xiamen roja Şemî û Yekşemê 24 santîmetre av hat xwar.Gundê Bailan ya dikeve bakûr di bin avê de ma. Di 48 demjimêran de 90 santîmetre av ket, dar ji kokê derketin û ban firiyan. Li eyaleta Sichuan malek rûxiya.
Di Tebaxa 2009’an de bagera herî xirab di dîroka Taywanê de “Marakot” bibû sedema mirina 600 kesan.