Li cîhanê şer kêm bûn, mirin zêde bûn
Li cîhanê şer kêm bûn, mirin zêde bûn
Li cîhanê şer kêm bûn, mirin zêde bûn
Li gorî rapora "Înstîtuya Pevçûn û Aştiyê ya Navnetewî" (UCDP) ya ser bi Zanîngeha Uppsala ya Swêdê, tevî ku di sala bihurî de şer û pevçûn kêm bûn jî, hejmara mirovên di şer de jiyana xwe ji dest dand, zêde bûn.
Di raporê de tê ragihandin ku şer di salên dawî de kêm bûne, di sala 2011'an de bi "Bihara Ereb" re zêde bûye û sala derbasbûyî jî kêm bûye.
Di sala 2011'an de 37 pevçûnên tê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan rû dan û ev hejmar di sala derbasbûyî de bû 32. Lê ev hejmara kesên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan, zêde bû. Tê gotin, zêdebûna vê hejmarê bi dijwarbûna şerê navxweyî yê Sûriyê ve girêdayî ye.
Par li Sûriyê 15 hezar û 055, li Efganîstanê 7 hezar û 442, li Pakîstanê 2 hezar û 833, li Somalî 2 hezar û 620, li Sûdanê hezar û 621 bi giştî 38 kesan di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. UDCP, li gel kêmbûna şer û pevçûnan sedema zêdebûna hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan, weke dijwarbûna şerê navxweyî yê li Sûriyê û pevçûnên li Somalî û Sûdanê nîşan da.
KÊMBÛNA PEYMANÊN AŞTIYÊ RÊ LI BER FIKARAN VEDIKE
Kêmbûna peymanên aştiyê yên di salên dawî de tên kirin, pisporên di bin sîwana UCDP de kar dikin, dixe nava fikaran. Pispor radigihînin ku di salên şerê sar de kêm caran peymaên aştiyê û hevdîtin derketine holê, lê bi hilweşîna dîwarê Berlînê re ev rewş hatiye guhertin û bi tenê di sala 1991'ê de 19 peymanên aştiyê hatine morkirin.
Di navbera salên 1990 û 2000 de 5 peymanên aştiyê hatin morkirin. Şerên li Mozambîk, Gûatemala û Lîberyayê, di encama morkirina peymanên aştiyê de bi dawî bûn. Di sala 1995'an de bi Peymana Dayton re li Bosna, di sala 1998'an de bi Peymana Belfastê re li Bakurê Îrlandayê û di sala 2005'an de bi peymanekê re li Sûdanê aştî pêk hat. Lê belê ji sala 2008'an û vir ve di peymanên aştiyê de kêmbûnek xuya dike.
Serokê UCDP Prof. Dr. Peter Wallensten da xuyakirin ku tevî di şer û pevçûnan de zêdebûn heye jî di nava 4 salên dawî de peymanên aştiyê yên hatine morkirin, gelekî kêm in. Wallensten got, "Di şûna nêrîna; şer wê bi rêya hevdîtinan bi dawî bibe, hêviya serketinê hîn bêtir serdest bûye. Lê belê tê dîtin ku serketin kêm caran bi dest dikeve û bi vê serketinê re jî aramiya tê xwestin bi dest nakeve."
HEBÛNA RÊXISTINÊN ÇEKDARÎ LI NAVA LÎSTEYA "RÊXISTINÊN TERORÊ" DANÛSTANDINAN ZEHMET DIKE
Ji pisporên UCDP Therese Pettersson jî da xuyakirin ku hebûna rêxistinên çekdarî li nava lîsteya rêxistinên terorê, di warê polîtîk de danûstandinan dixe nava zehmetiyan û destnîşan kir ku ev yek rê li ber gumanan vedike ku peymanên aştiyê hîn kêmtir bibin.
Eşkere bû ku par li Fîlîpinê, Efrîka Navîn, Sûdan û Başûrê Sûdanê sê peymanên aştiyê hatin nkirin. Pispor diyar dikin ku ev peymanên aştiyê destpêka pêvajoyeke dirêj a ewlekirina aştiyê ne.
Zêdebûna hejmara mirovên di şerê li Sûriyê de jiyana xwe ji dest dan û gotinên DYE yên li ser destwerdana Sûriyê, UCDP dixe nava fikaran. Serokê UCDP Prof. Dr. Peter Wallenstend der heqê mijarê de bersiv da pirsên me û anî ziman ku eger DYE û hêzên derve dest li Sûriyê werdin, wê pirsgirêk hîn bêtir tevlîhev bibe û şer li herêmê belav bibe. Wallenstend da xuyakirin ku li gel hêvî û daxuyaniyên ji bo aştiyê jî, ji be helwestên hêzên cûda yên ji bo berjewendiyên xwe, pirsgirêk bi rêyên aştiyane nayê çareserkirin.
Wallenstend diyar kir ku alîkariya DYE û welatên herêmê ji mûxalîfan re, şer dijwartir kiriye û rê li ber zêdebûna mirina mirovan vekiriye û bang li van hemû dewletan kir ku dest ji alîkariya çekan a ji Esad û hêzên mûxalîf berdin û ambargoya çekan deynin.