Li Bolîvyayê 'Civîna Bilind a Antî-Emperyalîst' destpê kir
Li Bolîvyayê 'Civîna Bilind a Antî-Emperyalîst' destpê kir
Li Bolîvyayê 'Civîna Bilind a Antî-Emperyalîst' destpê kir
Li Bolîvyayê, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û parêzvanên mafên xwecihî, di 'Civîna Bilind a Antî-Emperyalîst' a sê rojan de hatin cem hev. Ji ber ku di destpêka meha Tîrmehê de Ewopayê qedeya firînê danî ser balafira Serokdewlet Evo Morales, tê payîn di civîna bilind de gelek mijarên huqûq û têkiliyên navnetewî bên nirxandin.
Civîna bilind 400 kîlometre dûrî paytext La Paz'a li bajarê Cochabamba duh êvarê destpê kir û tevî Bolîvyayê ji gelek welatên Emerîka Latînî nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û parêzvanên mafên xwecihî, zêdeyî hezar kes amade ne. Civîn li bajarê ku weke qeleha Serokdewlet Evo Moralez û partiya wî tê dîtin, pêk tê. Di civînê de li ser mijarên siyasî, aborî, serdestiya axê, peymanên navnetewî, dekolonîzasyon, nîqaş tên kirin. Her weha di civînê de li ser helwesta li dijî hikûmet û welatên pîvanên huqûqê yên navnetewî binpêkirine, nirxandin tên meşandin.
“DI DEMÊN ŞER DE JÎ SKANDALEKE BI VÎ RENGÎ NEHAT DÎTIN”
Alîkarê Serokdewletê Bolîvyayê Alvaro Garcia di vekirina civîna bilind de peyivî û bal kişand ser skandala welatên Ewropayê ya li hemberî firîna balafira Serokdewlet Evo Morales nîşan dan. Garcia diyar kir ku bûyer nayê qebûlkirin û got, "Dema dîroka têkiliyên navbera hikûmetên cîhanê de bê nirxandin, tê dîtin ku di demên şer de jî Serokdewletekî bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin, bi vî rengî dîl nehatiye girtin." Garcia destnîşan kir ku helwesta hikûmetên Fransa, Îtalya, Spanya û Portekîzê nayê qebûlkirin. Garciya anî ziman ku ji ber skandala qedexeya firînê, jiyana Morales û yên pê re ketiye rîskê.
Civîna Bilind heta roja Înê dewam dike û tê payîn tê de gelek konferans û panêl bên lidarxistin û axaftina girtinê jî Evo Morales bike.
BI ÎDÎYA 'REVANDINA SNOWDEN' QADA HEWAYÎ BI SAETAN HATIBÛ GIRTIN
Roja 2'ê Tîrmehê Serokdewletê Bolîvyayê Evo Morales dema ji konferanseke li paytexta Rûsya Moskowayê vedigeriya welatê xwe, Fransa, Spanya, Îtalya û Portekîzê qadên xwe yên hewayî lê girtibûn. Ev skandala ku mînakek wê nehatiye dîtin, ji ber qedexeyê balafira Morales neçar mabû xwe dîne paytexta Awûstûrya Viyanayê. Biryara skandal 13 saetan dewam kiribû û roja 3'ê Tîrmehê de ji Morales re destûr hatibû dayîn ku qada hewayî ya Rojavayê Ewropayê bikar bîne.
Der heqê bûyerê de Fransa û hikûmetên din daxuyanî dan û îdîa kiribûn ku ev biryara li ser gumana Edward Snowden di balafirê de ye, hatiye girtin. Ev yek bûbû sedem ku di serî de Bolîvya li gelek welatên Emerîka Latînî were şermezarkirin Û li ser vê yekê ji ber vê skandalê ji Bolîvyayê lêborîn hatibû xwestin.
Hikûmeta Bolîvyayê li ser vê skandalê ketibû nava tevgerê û li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, bi sedema ku 'huqûqa navnetewî binpê kirine û jiyana Morales xistine tehlûkeyê' giliyê welatên mijara gotinê kiribûn.