Li Beyrûtê du pîlotên THY’ê hatin revandin
Li Beyrûtê du pîlotên THY’ê hatin revandin
Li Beyrûtê du pîlotên THY’ê hatin revandin
Li paytextê Lubnan Beyrûtê du pîlotên li Rêyên Hewayî ên Tirk (THY) di xebitin hatin revandin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, bûyer li derdora demjimêr 03:00’an de li ser rêya Balefirgeha Beyrûtê rû da. Kesên ku li ser Pira Cocodî pêşiya otobusa ji Balefirgehê diçûn Ayn Mreissehê qutkirin û 2 pîlot revandin.
Wezîrê Navxweyî ê Lubnanê Merwan Charbel bûyer piştrastkir û got: “Otobusa ku xebatkarên rêya hewayî ên Tirk têdebûn û ji balefirgehê diçûn otelê, li derdora demjimêr 03:00’an rêya wan hate girtin. Kesên çekdar pîlotek û alîkarê wî ên di otobusê de revandin.”
Wezîr Charbel da diyarkirin ku, ji bo dîtina kesên hatine revandin xebat didomin.