Li Berlîn çalakiya nobetê ya 'Em Edaletê dixwazin’ berdewam dike
Li Berlîn çalakiya nobetê ya 'Em Edaletê dixwazin’ berdewam dike
Li Berlîn çalakiya nobetê ya 'Em Edaletê dixwazin’ berdewam dike
Li paytexta Elmanya Belînê ji bo siyasetmedarên Kurd Sakînê Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ên di 9’ê Çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin li ber Sefaretxaneya Fransa çalakiya nobetê ya “Em Edaletê Dixwazin” pêk hat. Aktîvîstên ku ji bo Rojavayê Kurdistanê çalakiya nobetê digirin jî destek dan çalakiyê.
Li paytexta Elmanya Berlînê her hefte Kurdistanî û dostên wan ku li ber Seferxaneya Fransa çalakiya nobetê ya “Em Edaletê Dixwazin” li dar dixin duh çalakiya xwe pêk anîn. Di çalakiyê de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin ji aliyê çalakvanan ve hatin bîranîn û bang li hukûmeta Fransa hat kirin da ku “qetlîamê ronî bike”.
Aktîvîstên ku ev hefteyeke bi armanca destekkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar bikin li Qada Brandenburger Tor çalakiya nobetê li dar dixin jî piştgirî dan çalakiyê. Xwepêşanderên ku pankartên bi Elmanî û Kurdî yên li ser "Em qet ji bîr nakin” , "Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne" vekirin, wêneyên her sê şoreşgeran jî hilgirtin.
Di çalakiya nobetê ya heta danê êvarî berdewam kir de têkildarî qetlîamê û gengeşeyên Rojavayê Kurdistan belavok hatin belavkirin, di axaftinên ku bi Fransî, Elmanî û Îngilîzî hatin kirin de ji bo raya giştî ya Elman û Ewropa banga “Ji bo edalet were cih destekkirina Kurdistanî û dostên wan” hat kirin.