Li Bergstrasse û Lahrê şahiyên kurdan

Li Bergstrasse û Lahrê şahiyên kurdan

Li Bergstrasseya bi ser Darmstadta Almanyayê kurdan bi navê 3’yemîn Şahiya Kurdan şevek li dar xist. Li bajarê Lahrê jî şeva ciwanan hat lidarxistin

Komeleya Civaka Kurd a Bergstrasseyê şevê organîze kir ku bi qasî 300 kes jî tevli şahiyê bûn. Şahî piştî rêzgirtina ji bo pakrewanan dest pê kir. Serokê Komeleya Civaka Kurd a Bergstrasseyê Reşît Erbîl di şevê de axivî. Erbîl diyar kir ku ew komkujiyên Gurgum û Roboskê şermezar dikin û banga ji bo careke din kurd bi komkujiyên bi vî rengî re rû bir û nemînin yekitiya xwe xurt bikin, kir.

Piştî axaftinên hatin kirin Ozan Comerd, Ozan Eylem, Koma Azad, Koroya Zarokan a Ceylan Onkol, Beşa Çandê ya Heppenheimê derketin ser dikê û bi stranên xwe girse coşandin. Di şahiyê de her wiha jina kurd Ayşe Bafe helbesteke xwend û koma şanoyê ya Komeleya Civaka Kurd a Bergstrasseyê skeçekê pêşkêşî beşdaran kir. Mija lîstika ku li ser xwendin û abonebûna rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê bû ji aliyê beşdaran ve rastî eleqeyeke mezin hat. Lîstik bi bangewaziya şeva piştgiriyê ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ya di 19’ê çileyê de ye bi dawî bû.

Ji bilî şahiya Bergstrasseyê li bajarê Lahr- Schwarzwalda Almanyayê jî şeva ciwanan hat lidarxistin. Di şevê de hat diyarkirin ku lazim e hemû kurd li Kampanyaya ji Ocalan re Azadî xwedî derkevin. Di şevê de her wiha Ozan Diyar, Semyan Adar, Koma Hawin derkettin ser dikê. Şev bi bangewaziya alîkariya bi rojavayê Kurdistanê re bi dawî bû.