Li Başûrê Afrîka grevên mezin hene
Li Başûrê Afrîka grevên mezin hene
Li Başûrê Afrîka grevên mezin hene
Sendikayên li Başûrê Afrîkayê pêşniyara zama ji sedî 6 a patronên ku ocaxên madenê bi rê ve dibin red kirin û di vê sektora ku ji bo aboriya Başûrê Afrîka xwedî girîngiyeke heyatî ye hişyariya ji nû ve çûna grevê dan. Di sekrora avahî û tekstîlê de ku biryara grevê hat girtin, ji ber greva di endrustriya otomobîlan de hilberîn bi temamî rawestiya.
Nîqaşên di navbera sendîkaya bi navê NUM û patronan de tu encamên erênî çênebûn. Sendîkaya NUM nûnertiya ji sedî 64 karkerên madenê dike. Sendîka vê hefteyê piştî bi endamên xwe re bê gel hevdu û şûnde wê helwesta ku bişopîne diyar bike. NUM, da xuyakirin ku mimkun e grev çêbibe.
NUM daxwaza ji sedî 50 zêdekirina heqdest kir. Sendîkaya radîkal Amcu jî ji sedî 150 zêdekirina heqdest dike.
Patronan jî ku destpêkê ji sedî 4 pêşniyara zêdekirina heqdestan kirin, paşê kirin ji sedî 5 û paşê jî kirin ji sedî 6.
Her du aliyan serî li hakemtiyê dabûn û di huzura yê navbeynkar de 30 roj biryara nîqaşan wergirtibûn. Wê ev prosedura hakemtiyê roja Şemiyê bi dawî bibe. Sendîkayên NUM û Uasa ji niha ve îlankirin ku di hevdîtinan de çareserî pêk nehatiye. Vê jî derî li grevê vekir.
NUM’ê di sektora avahî û gelemperiyê de ku hîn zêdetir rêxistinkirî ye biryara grevê da. Wê ev grev di 26’ê Tebaxê de destpê bike. Sendîkaya NUM, ji 140 hezar karkerên di sektora înşaatê de nûnertiya 90 hezar karkeran dike. Her wiha NUM di sektora tekstîlê de jî biryara çûna grevê da.
Di destpêka hefteyê de 30 hezar karkerên endustriya otomobîlan dest ji kar berdan û hilberîna neteweyî bi temamî rawestandin.
Di meha Hezîran û Tebaxê de ku hevdîtinên ji bo heqdestan tên kirin de greva herî mezin a Başûrê Afrîkayê pêk tê.