Li balafirgehên Îngilîstanê bi hezaran kes asê man

Li balafirgehên Îngilîstanê bi hezaran kes asê man

Li Îngilîstanê ji ber kêmasiya teknîkî ya di sîstema kontrola trafîka hewayî ya navendî de, bi sedan seferên balafiran yan betal bûn an jî paşve hatin xistin. Bi vê rewşê re bi hezaran kes li balafirgehan asê man.

Daîreya Trafîka Hewayî ya Neteweyî da xuyakirin ku sîstema kontrola navendî xera bûye û diyar kir ku ji bernameya firînê ya bi şev nekarî vegere bernameya roj.

Di serî de Balafirgeha Hearthrow a paytext Londonê, ji ber betalkirina firînên ji gelek balafirgehan, bi hezaran rêwî asê man.

Duh serê sibê, ji ber sedemên teknîkî sîstema ragihandinê betal bûbû. Tê payîn ev pirsgirêk bandorê li zêdeyî 10 hezar rêwiyan bike.

Li gorî daxuyaniyeke fermî, ev pirsgirêka li sîstema ragihandinê ji ber kêmasiyek di xetên telefonê yên navxweyî de derketiye holê. Sîstem destûrê dide ku wezîfedarên kûleya kontrolê bi hempîşeyên xwe yên hundirîn û derve re têkiliyê deyne. Lê belê sîstem niha jî were sererastkirin, bi sedan seferên balafiran yan betal bûne yan jî paşve hatine xistin. Nehat aşkerakirina ka termînal dê kengî veguhere rewşa xwe ya asayî.

Li Îngilîstanê, ku yek ji welatên herî zêde lê seferên balafiran tê kirin, di şert û mercên normal de ji her 45 saniyeyan carekê balafirek radibe. Wezîfedarên kûleya kontrolê her roj bala xwe didin firîna 5 hezar balafiran. Roja Şemiyê ji sedî 20'ê seferan yanî nêzî hezar seferên balafiran hatibûn betalkirin.