Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê karên Koordînasyona Wêjeyê

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Koordînasyona Wêjeyê her sal mohra xwe datîne binê projeyeke nû. Îsal jî 10 jin ên ciwan ji bo nivîskariyê amade dike. Li herêmê 62 pirtûk hatin weşandin, 23 pirtûk hatin nîqaşkirin, 4 pirtûkên Erebî hatin nivîsandin.

Wêjeya ku civakê û şoreşê nîşan dide û dibe çavkaniya sûdwergirtinê ji guherînê re, ji bo civakê hilberand û di sala 2023'an de mijarên li ser şoreşê û civakê ji xwe re kir esas.

Dîwana Wêjeyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê karên xwe yên îsal bi navê sala Melayê Cizîrî meşand. Dîwana Wêjeyê ku pirtûkên hatin amadekirin nirxand û ji weşanê re amade kir, weşandina 62 pirtûkên roman, helbest, lêkolîn û çîrokê erê kir. Li herêmê ji festîval û pêşbirkên wêjeyî re pêşengî kir. Her wiha 16 pirtûkên helbestê nirxand ku 9 jê bi Kurdî, 7 jî bi Erebî bûn. Festîvala Osman Sebrî ya 7'emîn 3 rojan dewam kir.

Di karên atolyeyê de yên ji bo pêşvebirina berhemên jin ên ciwan ên navbera 18-25 salî, perwerde ji 10 jin ên ciwan re hate dayin. 10 jin ên ciwan ku ber bi nivîskariyê ve gav avêtin, ji aliyê dîwana wêjeyê ve hatin perwerdekirin. Bi sîstemeke perwerdeyê ya ji 3 qonaxan ji nivîskariya paşerojê re hatin amadekirin.

Li Kobanê Hefteya Wêjeyê ya 2'yemîn hate lidarxistin û ji herêmê gelek nivîskar û rewşenbîr tevlî bûn. Di Hefteya Wêjeyê de ku piştî 6 rojan bi dawî bû, felsefe û nasnameya Melayê Cizîrî, nasnameya Kurd a di berhemên wî de, romana Kurd, rexneya li wêjeya Kurd û rola xwe ya di pêşvebirina wêjeyê de hate nirxandin. Her wiha bi zimanên Kurdî û Erebî helbest û çîrok hatin xwendin.

KOVARÊN DESTAR Û ŞERMOLA GIHÎŞTIN BER DESTÊ XWENDEVANAN

Komara Destar ku navenda xwe li Bakurê Kurdistanê ye û li Rojavayê Kurdistanê jî tê çapkirin, weşana xwe dewam kir. Her wiha Kovara Şermola ku gelek mijarên mîna lêkolîn, lêkolînên fikrî û rexneyî, werger, çîrok, helbest, hevpeyvîn, jin, gotarên çand û hunerî, wêneyên hunerî, rexneya wêjeyê, wêjeya jinê, weşand, sînema û romana di nava şoreşê de, zimanê dayikê û civaka Êzidî kir rojeva xwe, hejmarên xwe yên 17, 18, 19 û 20'an weşand. Her wiha bi rêya Weşanxaneya Nefertîtî li Misrê jî hate çapkirin û weşandin.

Dîwana xwendinê ku mehê 3 pirtûk xwend, hem ji bo pêşketina nivîskaran hem jî pêşketina wêjeyê, kêmasiya pirtûkan nirxand. Dîwana xwendinê ku 24 caran li hev kom bû, heman pirtûk li bajarên cuda nirxand. Her wiha 23 pirtûk bi amadebûna nivîskaran nirxand.

Ji aliyê Weşanxaneya Şilêr, Dîwana Wêjeyê, HRRK, Kongra Star, Navenda Wergerê ya Mezopotamyayê, Şopdarên Rojê, Yekîtiya Rewşenbîran, Akademiya Civaka Demokratîk ve pirtûk hatin çapkirin. Her wiha bi Weşanxaneya Neqşê re karekî hevpar hate meşandin. 67 pirtûk bi Kurdî, 42 pirtûk bi Erebî û 4 pirtûk bi Tirkî bi giştî 113 pirtûk hatin çapkirin.

Navenda Wergerê ya Mezopotamyayê 13 pirtûkên roman, çîrok û helbestê ji Kurdî wergerand Erebî. Şopdarê Rojê ku armanca xwe gihandina Şoreşa Rojava li nava gelên cîhanê ye, bi Erebî 4 pirtûk amade kir.

'KARÊN WÊJEYÊ DIVÊ BIGIHÊJIN NAVA GEL'

Hevseroka Koordînasyona Wêjeyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Nerîman Evdikê karê koordînasyonê yê sala 2023'an nirxand.

Nerîman Evdikê bal kişand ser bandora karên wêjeyê yên li ser gel û got, "Gel di asta tê xwestin de eleqeyê nîşanî festîvalan nade. Lê belê festîval li derve gelekî balê dikişîne. Ji bo wêjeyê li nava gel belav bikin em lawaz dimînin. Dikare bê gotin ku di navbera gel û wêjeyê de mesafeyek heye. Em hewl didin vê valahiyê dagirin. Eger karên me nagihêje gel an jî haya gel jê nîne, ev yek kêmasiya me ye.

Tempoyeke xurt heye, lê belê divê ev rêbaza kar bi gel re bibe yek, li cihekî nemîne. Ji ber ku pêşketina wêjeyê bi vî rengî nabe. Ya rast bi dîwana xwendinê re em hatin asta xwegihandina gel. Bi nirxandina pirtûkan re kêm jî be me xwe nêzî gel kir. Bi kombûna bi kesayetên ciwan, jin û extiyar re, bi nirxandina pirtûkan re me xwe nêzî gel kir. Ne şert e ku meyla her kesî li ser wêjeyê be, lê belê berpirsyariya me ye ku em xwe bigihînin hezkiriyên wêjeyê û karên xwe bigihînin wan."

WÊJEYA ZAROKAN WÊ BÊ XURTKIRIN

Nerîman Evdikê bi dewamî got, "Eger em salên 2022 û 2023'an ji aliyê hejmarê ve bînin hemberî hev, hingî dikare bê gotin ku di sala 2022'an de hîn bêhtir berhem hatin afirandin. Lê belê di sala 2023'an de ji aliyê naverokê ve em hîn baştir bûn. Me îsal pirtûkên ji aliyê naverokê ve têr û tijî bûn, wêjeya xwe xurt bûn erê kir û çap kir. Me berhemên ku xîtabî gel dikin, bandorê li gel dikin û dibin wesîleya guherînê ji xwe re kir esas."

Nerîman Evdikê destnîşan kir ku şoreşên cîhanê bi rêya wêjeyê belav bûn, mayinde bûn û got, "Divê em bipirsin bê pirtûkên ku me heta niha nivîsandin, festîval û çalakiyên heta niha lidarxistin di kîjan astê de karîbûn Şoreşa Rojava nîşan bidin. Gelo piştî 10 salên din zarokên ev berhem xwendin wê karibin Şoreşa Rojava hîs bikin? Divê kêmasiyên me ji aliyê gel ve bêne lêpirsîn, têrker neyên dîtin. Hezkiriyên wêjeyê divê bipirsin ku wêjeya me bi têrkerî Şoreşa Rojava digihîne nifşên nû yan na."

Nerîman Evdikê diyar kir ku di sala 2024'an de wê ji sînorên Rojavayê Kurdistanê wêdetir berheman belav bikin û got, "Ji bo xurtkirina wêjeya zarokan wê kar bê destpêkirin. Zarokên ku têne pirtûkxaneyê rexneyan dikin ku çîrokên zarokan kêm in. Dixwazin pirtûkên çîrokan ên dewlemend bixînin. Kalîteya berhemên me wê esas be. Pirtûkên li ser Şoreşa Rojava wê bêne tespîtkirin û wergerandin. Tevî vê yekê gelek projeyên me hene. Sala 2024'an wê li gorî sala 2023'an hîn dewlemend be, armanca me jî ew e ku her sal berhemên hîn xurt biafirînin."