Li Bakur rêjeya axaftina bi Kurdî daketiye ji sedî 7’ê

Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay got ku Kurdan di salên 1920’an de li mal û kolanan ji sedî 90’ê bi Kurdî diaxiftin, lê îro rêjeya axaftina bi zimanê Kurdî daketiye qasî ji sedî 7’ê.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê sala perwerde û fêrkirinê destpê kir. Mîna her sal, îsal jî bi milyonan zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê dest bi dibistanê nakin.

Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay bi bîr xist ku zarokên Kurd neçar dimînin ku ji dervey zimanê xwe yê dayîkê bi zimanekê ku nas nakin, perwerde dibînin.

Atabay destnîşan kir ku ew bi salan dibêjin ku çima perwerde divê bi zimanê dayîkê were dayîn, çima zarok divê bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin. Atabay bilêv kir ku ji ber ku zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde nabînin, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û ragihand ku ew van pirsgirêkan bi daneyên zanistî û pedagojîk radigihînin. Atabay ev tişt got: “Zarok dema ku bi zimanekê ku nas nekin, yan jî kêm dizanin perwerde dibînin, nikarin xwe rehet hîs bikin û îfade bikin. Ev yek niha li qada perwerdeyê pirsgirêkek gelekî mezin e. Li Tirkiyeyê gelek zimanên cuda hene. Kurdî weke nifûsî di nava van de ya herî zêde ye, zimanek e ku girseyek zêde ya gel bi kar tîne. Lewma girîng e ku Kurdî bi perwerdeya zimanê dayîkê were dayîn û divê astengiyên li pêşiya zimanê dayîkên bên rakirin.”

‘OTOASÎMÎLASYONEK CIDÎ HEYE’

Atabay diyar kir ku di salên dawî de otoasîmîlasyonek cidî heye û wiha pêde çû: “Malbat û weliyên me di salên dawî de bi rengekî cidî otoasîmîlasyonê pêk tînin. Malbat hîn kêmtir bi zarokên xwe re Kurdî diaxivin. Lewma qasî ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê rexne dikin, divê em li xwe jî binêrin. Çima em xwedî li zimanê xwe yê dayîkê dernakevin, ji bo zimanê xwe yê dayîkê xebat nameşînin? Yan jî çima em li mal, cihê kar, kolan û bazarê bi zimanê xwe yê dayîkê naaxivin. Divê em rexnedayînê bidin. Li gel krîza aborî di salên perwerde-fêrkirinê de pirsgirêk e ku beşek mezin ê zarokan birçî diçin dibistanê. Lê pirsgirêka herî mezin ew ku zarok bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde nabînin.”

‘NABE KU ZIMANEKÎ DEWLETÊ HEBE’

Atabay destnîşan kir ku li Tirkiyeyê divê danasîna zimanekî fermî nebe û got: “Di makeqanûna Tirkiyê de tê gotin ku zimanê dewletê bi Tirkî ye. Di rastiyê de di avakirina dewletê û nivîsandina makeqanûnê de pirsgirêkek pir cidî heye. Nabe ku zimanekî dewletekê hebe. Zimanê fermî yê dewletekê dibe. Lê em fêm dikin ku ew dixwazin di madeya makeqanûnê de, çi bikin. Siyaseta asîmîlasyonê ya pir cidî li ser zimanê Kurdî heye. Di salên 1920’an de Kurdan ji sedî 90’ê li mal û kolanan bi Kurdî diaxiftin. Mixabin îro li bajarên Kurdan axaftina bi Kurdî daketiye ji sedî 7 heta ji sedî 8’an. Bi desthilatdariya AKP’ê re polîtîkaya asîmîlasyonê ya li ser Kurdî veguheriye otoasîmîlasyonê û bi rengekî cidî dewam dike. Ev ne tenê polîtîkayek e ku li ser bajarên Kurdan tê pêkanîn. Li ser hemû zimanên din ên li Tirkiyeyê, tê pêkanîn. Lê herî zêde li ser zimanê Kurdî tê pêkanîn.”

Atabay bilêv kir ku divê girîngiya ziman ji bo gel baş were vegotin û got: “Saziyên ku têkildarî vê yekê têdikoşin, divê qûrsan re dakevin qadan û zimanê me vebêjin.”