Li bajarê Kerkûkê semînera zimanê Kurdî

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Hola Rewşenbîrî ya Kerkûkê dibin navê ‘Li Kerkûkê rewşa zimanê Kurdî’ Semînerek ji aliyê pisporê zimanê Kurdî Heval Dara ve hate sazkirin.

Îro li mala Rewşenbîrî ser bi Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê li bajarê Kerkûkê bi boneya roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ji aliyê pisporê zimanê Kurdî Heval Dara ve semînerek hate pêşkêşkirin.

Heval Dara derbarê semînerê ji ANF’ê re axivî û got: “Me xwest bi boneya roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê vê semînerê pêşkêş bikîn, me vê mijarê hilbijart ji bo ku bikaribin xizmeta zimanê Kurdî bikin. Her wiha em bikarin birînên zimanê Kurdî di vî bajarî de bibînîn lê mixabin em dikarin bêjin; di vî bajarî de zimanê Kurdî tê paşguhxistin û nikarin xizmet ji zimanê Kurdî re bê kirin, em nikarin navendekî vekin ji bo fêrbûna zimanê hev ji bo ku bikarin bi rêya zimanên pêkhateyên vî bajarî bi hev re bijîn.”

Dara di dirêjahiya axaftina xwe de got: “Li Kerkûkê bi ti awayî ji aliyê navendên hikûmetê ve xizmet ji zimanê Kurdî re ne hatiye kirin. Ji bo zimanê Kurdî derdorek gelek xirab heye ji ber wê divê li ser navendên pêwîst yên ziman hewldanên zêdetir ji bo xizmetkirina ziman bêne dayîn. Her wiha erkeke li ser wezareta Rewşenbîrî ya Kerkûkê ku zêdetir giringî bi çalakiyên rewşenbîriyê bidin.”