Li Avusturyayê ji bo Rojava kampanyaya dermanan
Li Avusturyayê ji bo Rojava kampanyaya dermanan
Li Avusturyayê ji bo Rojava kampanyaya dermanan
Li Avustiryayê komeke doxturên kurd bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, kampanyaya berhevkirina dermanan da destpêkirin.
Doxturê bi navê Mistefa Muslim, Bîrkan Şahîn, Izet Efendî û Bedir Mihemed El-Elî li Avusturyayê bi armanca alîkariya Rojavayê Kurdistanê kampanyaya dermanan dan destpêkirin. Komeleya Îranî –Avustirya jî piştgiriya kampanyê dike.
Hate gotin ku wê di çarçoveya kampanyayê de bi taybetî dermanên dil, şekir, tansiyon derman û pêdiviyên din ên mudaxeleya Lezgîn bên komkirin. Hate diyarkirin ku kampanya wê heta dawiya meha Cotmehê dom bike.
Çav li rê ye ku saziyên sivîl ên mirovî yên li Avusturyayê jî piştgiriya kampanyayê bikin.
Berpirsên kampanyayê diyar kirin ku dermanên wê bêne berhevkirin, dê radestî Heyva Sor a Kurdistanê bêne kirin û bi riya wan bişînin Rojava. Berpirsên kampanyayê bang li kesên ku dixwazin alîkariyê bikin, bi riya van emaîlan pirsên xwe bişînin.