Li Atîna di wargeha penaberan de îsyan

Li Atîna di wargeha penaberan de îsyan

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê penaberên ku rastî pêkutıyên xerab tên îsyan kirin. Di mudaxeleya polîsan de gelek kes birîndar bûn.

Li  bakurê Atîna di “Navenda Mêvanan a Sergirtî” de ku nêzî 1700 penaberên îllegal têde tên ragirtin duh danê nîvro îsyanekê rû da. Penaberên ku gotin rastî pêkutiyên xerab tên bi gardiyanan re ketin nav pevçûnan.

Di mudaxeleya polîsan a derengiya şevê de ku di nav wan de polîs û gardiyan jî hene gelek kes birîndar bûn.

Rayedarên Yewnanî dan xuyakirin ku îsyan li ser agahiya “Wê penaber li şûna 12 mehan 18 mehan li 'Navenda Mêvanan a Sergirtî' de bimînin  derketiye.

Rêxistinên Mafên Mirovan, dan xuyakirin ku penaberên li Yewnanîstanê yên di wargeh û navendan de dimînin rastî pêkutî û kiryarên xerab tên, gelek caran gardiyan li wan didin û alîkariya tibbî nadin wan.  

Li Yewnanîstana ku di rêya hêviyê ya ji bo Ewropayê deriyê derbaskirinê ye bi qasî milyonek penaber hene. Di wan salên dawî de ku di nêzîkatiyên li hemberî penaberan ên di aliyê neyênî de zêde bûne li hemberî penaberan pêkutî, kiryar û êrîşên xerab jî pêş ketine.