Li Arjantînê leşkerên êşkencekar ji girtîgehê hatin revandin

Li Arjantînê leşkerên êşkencekar ji girtîgehê hatin revandin

Li Arjantînê pêvajoya hesabpirsîna bi şerê qirêj re di van demên dawî de bi revên leşkeran ên ji girtîgehan derbeyeke cidî xwariye. Li welat herî dawî di roja 25 Tîrmehê dema ku Serhengê kevin Jorge Olîvera û Serpel Gustavo  ji Girtîgeha  Marchê revîn ji nû ve rev ket rojevê.

Li gorî Serdozgerê Arjantînê dayî diyarkirin li welat niha hezar 49 derbekar ji ber demê şerê qirêj û binpêkirina mafê mirovan  tên darezandin. Haya roja îro ji 471 kesên hatin dadgeh kirin 426 kesan cezayê girtîgehê girtiye û 45 kes ji hatine beraat kirin.

Li welat niha 853 derbekar di bin çavdêriyê de ne. Ji vana ji sedî 60 di girtîgehê de, ji sedî 36 jî di girtîgeha malê de ne û yên mayîn jî di nexweşxane û cihên leşkerî tên  girtin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Arjantinê didin diyar kirin ku, ji ber ku bi nêzikatiyên cuda li  derbekaran tên temaşe kirin, ji ber vê çendê jî hinek ji wan derfetê revê dibînin.

Reva Serheng Olîvera û Serpel Marchî di vê çarçovayê de tê nirxandin. Herdu derbekarên kevin jî jiber rewşa êşkenceyê gunehbar hatin  dîtin û  Olîvara cezayê bêdawî û Marchîn jî 25 sal ceza girtî bûn.

Herdu leşkerên kevin pîştî ku mehkûmbûn yek şandîn Gîrtgeha Paz a 500 km dûrî Marcos û yê din jî şandin Nexweşxaneya  Buenos Aires. Piştî ku leşkeran  nekil kirin şûnde ji holê winda bû. Niha Wezîrê Dadê kesê ku, bibîne wê 364 hezar dolar bide wan.

Ji bo pêşiyê li revên din bigirin Hikûmeta Arjantînê hemû girtiyên mafê mirovan binpêkirin transferên wan dan rawestandin. Herwiha di derbarê dadgerê biryara veguhestina nexweşxaneyê û personelên girtîgehê lêpirsîn dane vekirin.

Niha li Arjantînê yên ji ber rewşa binpêkirina mafê mirovan lêdigerin 52 kes in.