Li Arjantînê 15 kes ji ber ku qirkirin pêk anîne hatin mehkûmkirin

Li Arjantînê 15 kes ji ber ku qirkirin pêk anîne hatin mehkûmkirin

Li Arjantînê 20 kesên ku hat gotin di navbera salên 1976-1983’an dema dîktatoriyê mafê mirovan binpê kirine rastî cezayê muebetê hatin. Di nava kesên ceza girtine de sivîl û leşker jî hene. 20 kes ji bo cînayetên li navenda La Cacha û navendên veşarî yên 62 kîlometreyî ji Buenos Aîres dûr e hatin darizandin.

20 sivîl û leşker bi kuştin û îşkenceya 135 kesî hatin darizandin. Di nava 135 kesên hatin kuştin de keça Estella da Carlotto ku sembola dayikên Plaza del May bû jî hebûn. Di nava kesên hatibûn dadgehê de Estalla de Carlotto jî hebû.

Di nava kesên hatin darizandin de şefê polîsan ê nû yê Buenos Aîres, Mîguel Etchecolatz jî heye. Etchecolatz ji ber ku ber ku di jiyana xwe de cara duyem tevlî qirkirinê bûye du caran cezayê muebetê girt.

Beşek ji leşkerên ceza girtine teqawît in. Her wiha di dema dîktatoriyê de kesên memûrtî kirine jî hene.