Li Almanyayê îstîhdam nîne, taşaron heye

Li Almanyayê îstîhdam nîne, taşaron heye

Hat ragihandin ku, li Almanyayê hêjmara bêkariyê daketiye 3 milyonan û piraniya van ji aliyê fîrmayên teşaron ve hêza wan tê kirê kirin.

Li gorî daneyên Sendîkaya Giştî ya Metalê IG hêjmara kesên di  kar de dixebitin 322 hezar zêde bûye. Ji vane 182 hezar (ji sedê 32) li gel firmayên taşarona, ji sedê 4,6 jî bi demkî girtîne kar.

Li gorî lêkonînekî din di heman salê de karkerên hatîne kirêkirin hêjmara wan gihiştiye 942 hezaran.  Di karên komî yên pêvek, part time û karkerên  her dem dixebitin hêjmara wan gihişt 7 milyon û 840 hezaran. Li gorî Daîraya  Îstatîstîkên Federalê, ji bo bersivekî bi lez bidin guhertina aboriyê, şîrket karkerên bi kirê û karkerên herdemî bi kartînin. Li gorî hesaban di nava 10 salên berê de karkerên ku 270 euro kardikirin, niha 211 euroyan kar dikin. Kesên ku bi temamî 1073 euro kar dikir, niha ji sedê 10 kêm kar dike.