Hunermendek li Îranê hate destgîrkirin

Li Îranê hunermend Mehdî Yarrahî yê 41 salî ji ber strana xwe ya bi navê "paçê te yê serînixumandinê" hate destgîrkirin.

Stranbêjê popê yê Îranî Mehdî Yarrahî li dijî nixumandina bi zorê ya jinan stranek bi navê 'Roosarîto' (paçê te yê serînixumandinê) stranek amade kir. Piştî ku stran hate weşandin, roja Duşemê hate destgîrkirin.

Malpera dadgeriya Îranê Mîzan Onlîne beriya rojekê ragihand ku stranbêj ji ber 'rabûna li ber kevneşopiya civaka Îslamê û exlaqa wê, straneke îllegal amade kiriye' ketiye ber lêpirsînê.

Stran roja Înê hatibû weşandin. Yarrahî piştgirî da serhildana civakî ya li Îranê ku piştî qetilkirina jin a Kurd Jîna Emînî destpê kir.

Di klîbê de ya ji sê deqeyan, dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hate bikaranîn û bang li jinên Îranî hate kirin ku serê xwe nenixumînin.