Lewend Penaber: Helbest bingeha hunerê ye

Lewend Penaber ê li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi nivîsandina helbestan êş û janên xwe yên li penaberiyê vedibêje.

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ciwanê bi navê Lewend Penaber yê 30 salî li gundê Hilal ê navçeya Qileban a Şirnexê ji dayik bûye. Dî nav melbateke welatparêz de mezin bûye. Lewend Penaber wiha behsa jiyana xwe dike: “Ez li gundê Hilal ê Qilabana Şirnexê sala 1988’ an ji dayik bûme. Malbata min ji 10 kesan pêk tê , em 7 bira, 4 xuşk in. Di nava malbateke xwedî hestên xwezayî yên welatparêziyê de mezin bûme. Di sala 1994’an ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker, em neçar man ligel gundiyên xwe em penaberî başûrê Kurdistanê bûn. Me gelek war guhertin heri dawî em hatin Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî.” 

Lewend penaber ku ev 9 sal in bi helbestvaniyê re mijûl dibe, wiha behsa xwe û helbestên xwe dike:

‘EZ NIKARIM ROJEKE XWE BÊ HELBEST DERBAS BIKIM’

“Dema min dibistan dixwend wê demê dema bûyerên diqewimîn, çi xweşî, çi jî nexweşiyên ku me jiyan dikirin, bandor li min dikirin. Ji bo ku ji min re bibe îlham mecbûr dimam ku helbestan binivisim. Lewma min li ser bûyerên dihatin jiyîn, helbest çêdikirin. Piranî dema min helbestên li ser şehîdan çêdikirin bandoreke mezin li min dikir. Bi demê re min xwe di beşa helbestjeniyê de pêş xist û min ji xwe re kir hedef ku hîn baştir xwe di hunera helbestjeniyê de pêş xist. Di heman demê de jî ji aliyê hevalên min ve pir dihat ecibandin. Hevalên min pir ji min dipirsiyan, digotin ka tu çawa dikarî ewqas peyvan binî li gel hev. Min jî ji wan re digot, mîna ku ew bi xwe ji bo min werin, bêyî ez bêjim ez ê binivisim, her tim îlham dihat min û min her tim li ser lênûska xwe helbestên xwe dinivîsandin. Dema ez helbest nenivîsim, dilê min rehet nabe.”

‘EZ DI NAV HELBESTÊN XWE DE FERQA NETEWAN NAKIM’

Lewend Penaber bal dikêşe li ser zimanê helbestê yê gerdûnî jî û wiha pêde diçe: “Dema min Netewe, Welat, Niştiman, Kurdistan û gelê Kurd fêm kir ka çî ye, em kî ne, ji kû derê ne û di vê mijarê de kûr bûm , vê mijarê hîn bêtir bandoreke mezin li ser min çêkir. Dema ez helbestê xwe jî dinivîsim, ez tu carî ferq naxim navbera welat, ziman û gelan. Ez neçar dimam ku êş, kul û xemên dihatin jiyîn bikî helbest û li kesên nezanibe pê bihese, kesê nedîtî bibîne. Ev bû sebeb ku ez dewam bikim û li gor xwe pirojeyekê çêbikim.”

‘HELBEST BINGEHA HEMÛ HUNERAN E’

Penaber bang li tevayî hunermendan kir ku xwedî li hunera xwe derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca min a sereke ew e ku ez komeke zarokan, yan jî kesên xwedî hestên helbestî, bi riya saziya Çand û hunnerê, li wan bidim fêrkirin. Banga min ew e ku her kesê dibêje ez xwedî çanda kurdewariyê me xwedî çanda Kurdî me, bila xwedî li hunera xwe, çanda zimanê xwe derkeve. Helbest bingeha hemû huneran e. Bê helbest ew huner jî nîvco dimînin.”