Leşkerê DYE'yî ji sîxuriyê sûcdar hat dîtın
Leşkerê DYE'yî ji sîxuriyê sûcdar hat dîtın
Leşkerê DYE'yî ji sîxuriyê sûcdar hat dîtın
Leşkerê DYE'yî Bradley Manning ê 25 salî ku bi rêya Wikileaks bi hezaran nivîsên dîplomatîk ên veşartî yên DYE ji raya giştî re eşkere kir, ji "alîkariya ji dijmin re" bêsûc û ji "sîxuriyê" re jî sûcdar hat dîtin.
Manning qebûl kir ku wî belge daye Wikileaks û diyar kir ku ji bo li ser polîtîkaya derve ya DYE nîqaş bên kirin, wî ev yek kiriye. Leşkerê Emerîkî ji 20 îdîayên cûda, sûcdar hat dîtin.
Rûniştina biryarê roja Çarşemê destpê dike û tê payîn zêdeyî 100 sal cezayê girtîgehê li Manning were birrîn. Leşkerê Emerîkî, tevî "sîxuriyê" ji sûcên 'pênc bûyerên diziyê', sextekariya ragihandinê û binpêkirinên cûda yên pîvanên leşkeriyê' sûcdar hat dîtin.
Belgeyên Wikileaks weke 'skandala kifşkirinê' ya herî mezin a dîroka DYE tê dîtin. Di nava hin belgeyên Wikileaksê de dihat eşkerekirin ku DYE ji bo girtina ROJ TV ya çend roj berê lîsansa wê hat betalkirin, zext li Danîmarka kiriye û di vê mijarê de di navbera rayedarên Tirkiye-Danîmarka-DYE de hevkariyeke bi koordîne heye.
Di nava belgeyên mijara gotinê de nêzî 470 hezar belgeyên li ser şerê Iraq û Efganîstanê û 250 hezar nivîsên ewlekariyê yên navbera Wezareta Karên Derve ya DYE, Wahington û Sefîrên Bilind de cih digirin.
Analîstê îstîxbaratê Manning, di sala 2010'an de li Iraqê hatibû binçavkirin û beriya wî bişînin DYE, bi hefteyan li Qûweytê li Kampa Arifcan a DYE di hucreyê de hatibû ragirtin.
Li dadgehê, dozgeran gotin Manning ji bo 'navdar bibe' bi awayekî rêk û pêk bi sedan belgeyên veşartî derxistiye derve.
Parêzerên parastinê jî ji bo Manning gotin, "Leşkerekî ciwan û pak ê li Iraqê xeyalên wî şikesti ye."