Lêçûnên leşkerî yên Tirkiyeyê zêde bûn

Lêçûnên leşkerî yên Tirkiyeyê zêde bûn

Enstîtuya Lêkolînê ya Aştiyê ya Navnetewî a Stockholmê (SIPRI) di rapora xwe ya sala 2012’an de diyar kir ku lêçûnên çekan a Tirkiyeyê zêde bûye.

Rapora ku ji aliyê SIPRI hate aşkerakirin de, hate diyar kirin ku Tirkiye li cîhanê welatê 15’emîn yê ku herî zêde li çekan pere xerc dike ye û her wiha DYA’yê jî di rêza yekemîn de cih girt.

Di raporê hate diyar kirin ku lêçûnên leşkerî yên cîhanê ji sedî 82’ê di nav 15 welatên yekemîn de hatine rêzkirin de pêk hatiye. Her wiha ji berk u DYA û welatên din yên NATO’yê Kanada, Japonya û Avustralyayê lêçûnên xwe yên leşkeriyê kêm kirine bi giştî ji sedî 0.5 rêje paşve çûye. Bi gitşî di lêçûnên global yên elşkeriyê de ji sala 1998’an de cara yekemîn daketinek çêbûye.

DYA’ya k udi cîhanê de her tim di rêza yekemîn de cih digirin, ji Şerê Sar heta niha cara yekemîn ket bi ji sedî 40’î. Li dijî  lêçûnên Rusyayê ji sedî 16 û yên Çînê jî ji sedî 7.8 zêde bûye.

Ukraynayê jî lêçûnên xwe ji sedî 8 zêde kir. li Rojhilatê Ewropayê ji sedî 15.3 zêde bû. sala borî li cîhanê bi giştî trîlyonek û 753 mîlyar dolar li çekan, oprasyonên leşkerî hat xerckirin.