Le Monde: Em bû şahidê ku li Sûriyeyê çekên kîmyewî tên bikaranîn

Le Monde: Em bû şahidê ku li Sûriyeyê çekên kîmyewî tên bikaranîn

Rojnameya Fransiz Le Monde diyar kir ku ew bûne şahidê ku Hêzên Başar El Esad li Sûriyeyê çekên kîmyewî bikaranîne.

Rojnamgerê rojnameya Le Monde ku bi hefteyane komê çekdar dişopîne diyar kir ku hêzên hikûmetê li nêzîn Paytex Şamê 500 metre ji Qada Abbasî dur li Cobar  gazên jehrî bikaranîne û ev gaz tespît kirine.

Rojnameyê diyar kir kir ku li rojhilatê Şamê qada di bin kontrola komên çekdarî de ye serî li şahidiya doktoran dane û doktoran diyar kiriye ku hêzên Başar El Esad bi rêk û pêk çekên kîmyewî bikaranîne. Doktoran diyar kir gumana wan eve ku madeya hatiye bikaranîn gaza sarîne.

Rojnamgerên rojnameyê ku li taxa Cobar ya têkevina Şamê ye, dimîne wiha got: “Li nêzî Şamê di dema roportajeke ev du mehe didome, me gelek daneyên girîng berhev kir.  Di encama lêkolînê me de derket holê ku ji bilî gazên ku çavê mirovan dişewitîne, gazên jehrî hatine bikaranîn.”

Rojnameyê da zanîn piştî erîşa kîmyewî ya li hember eniya Cobarê ya di 13’ê Nîsanê de, çar rojan pirsgirêkên dîtin û bîhn girtin û danê derketine holê.

Netewên Yekbûyî jî çarşema borî daxuyaniyek dan û diyar kirin ku derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya li Suriyeyê agahiyên berfireh girtine. NY’ê da zanîn ku ji bo mijar bê lêkolînkirin komîsyon ava kirine lê, hêj ji bo têketinên Sûriyeyê destur nehatiye dayîn.

Rejîma Başar El Esad û komên çekdarî di warê bikaranîna çekên kîmyewî de hev û din sûcdar dikin.  Serokwezîrê DYA’ê Barack Obama anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî ‘xeta sor e’ û da zanîn ku der barê mijarê de hêj tespîteke bê nîqaş tune.  Her wiha ligel ku li bende vê ‘xeta sor’ tê rawestandin, her roj bi dehan kes li Sûriyeyê di pevçûnan de dimirin. Di du salan de nêzî 100 hezar kesî mirin.