Lavrov: Êrişên li dijî Kurdan girîngiya Cenewre-2 zêdetir dike

Lavrov: Êrişên li dijî Kurdan girîngiya Cenewre-2 zêdetir dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov aşkera kir ku, êrîşên Eniya El Nusra ên li dijî Kurdan girîngiya 2’mîn Konferansa Navnetewî ya li Cenewreyê zêdetir dike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtinên wezîrên derve û parastinê ên Rûsya û îtalyayê di civîna çapemeniyê de axivî û got, direngxistina konferansa Cenewre-2 dê rê li ber zêdebûna windahiyên sivîl ên Sûriyeyê veke. Wezîr bibîrxist ku, hikumeta Sûriyeyê qebûl kiriye ku bê şert û merc heyetê bişîne konferansê.

Li aliyê din jî Wezîra Derve yê Îtalyayê Emma Bonîno di hevdîtinê de got, pêwîste ji îhtîlafa Sûriyeyê ne bileşkerî, bidîplomasî derbikevin.