Kurkçu: Onder namzete

Kurkçu: Onder namzete

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ertugrul Kurkçû diyar kir ku Parlementerê HDP’ê Sirri Sûreyya Onder serlêdana ji bo Stenbolê kiriye û niha jî namzete.
Kûrkçû wiha got: “Mekanîzmaya me a diyarkirina namzet heye. Kes nikare namzetbûna xwe bêje. Tenê ji dikarin berendamtiya xwe a namzetiyê bêjin û ji bo berendamtiya namzetiyê heya 15’ê mehê pêwiste serlêdan bikin. Ji vir şûnde wê mekanîzmayên me bikevine dewrê. Em jî jivir şûnde wê krîterên xwe pêk bînîn. Li Stenbolê ji dervey Sirri namzet nîne. Heya ku namzetekî din derdikeve di medyayê de wê tenê namzetiya wî a bitenê diyar bike û tev bigere. Sirri bi xwe jî îro got, ger namzeta jin derbikeve ezê cihê xwe jêre bihêlim. Hîna tu pêşketin nînin.”
Kûrkçû îro di civîna çapemeniyê de peyva namzet bi kar ne anî û wiha got: “Ji bo niha me peyva namzet bi kar ne anî. Di cîvînê de bi taybetî em ji vê reviyan. Medya kete bi karanîna rêyekî wiha hêsan û basît, ev li gorî zagonan ne raste.”