Kurdistanî li Londonê êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin

Kurdistanî li Londonê êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin

Bi dehan Kurdistaniyên li Londonê ji bo şermezarkirina êrîşên komên çete yên Eniya El Nusra yên li dijî Rojava meşiyan.

Bi dehan Kurdistanî li paytexta Brîtanya Londonê li ber buroya Serokatiya Hukûmeta Brîtanî (10 Downing Street) hatin cem hev û êrîşên komên çete yên Eniya El Nusra yên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Kurdistaniyan ji hukûmeta Brîtanya daxwaz kirin ku alîkariya çekdarî nede komên çete.

Berdevkê Kurdistaniyên li Brîtanyayê Ebdurehman Ebdo ji Ajansa UPI re axivî û da zanîn ku kiryarên komên çete yên El-Nusra û komên din ku êrîşî herêmên Rojava dikin gihiştine asta bê tehemuliyê û bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir da ku bersiva van êrîşan bidin û helwesta xwe nîşan bidin.

Ebdo, destnîşan kir ku komên çete rê nadin ku alîkarî derbasî Rojava bibe û ev yek bûye sedema ku derman û pêdiviyên jiyanî peyda nebin, li aliyê din jî çeteyên El-Nusra bûne komên diziyê, welatiyan talan dikin û çandiniya heşîşê li herêmê pêş dixin.

Ebdo, da zanîn ku wan nameyek li ser navê Kurdistaniyên li Brîtanya dane Deved Kamîron û jê daxwazkirine ku çekan nedin Artêşa Azad û çekdarên Îslamî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne destekkirin.