Kurdî şexsiyetê jî ava dike

Mamoste divê her tim xwe di warê pedagojî û rêbazên perwerdehiyê bi pêş bixînin, bi bikaranîna materyalên cuda, nûjen û balkêş şagirtan bikişînine dersan û dersan bi wan xweş bikin. Çavkaniya van tiştan jî Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) ye.

Ziman ji bo nefsê insên û ji bo civakan di warê xwe naskirin û terîfkirinê de bivênevê ye. Li derveyî welatê  xwe gelek Kurd hene. Nexasim li Elmanyayê; li Elmanyayê bêhtirî milyonekê Kurd hene. Ji sala 1993´yan vir ve li hin eyaletên Elmanyayê bi fermî li dibistanan dersên Kurdî tên dayîn. Îro li 42 bajarên 6 Eyaletên Elmanya ev ders tên dayîn. Li ser elaqeya Kurdan ji bo van dersan, em bi mamoste Emin Akbaş re peyivîn. Mamoste Emîn Akbaş ev 30 sal in di kar û xebatên dersa Kurdî de xwe diêşîne. Ew her wiha endamê Yekîtîya Mamosteyên Kurd li Ewrûpayê (YMK) ye jî. Mamoste balê dibe ser wê yekê ku zarok dikarin li malê hînî axaftina bi Kurdî bibin, lê ji bo xwendebûn û nivîsê jî ew balê dibe ser girîngiya dibistanan.  
 
Bi qasî ku kifş e, elaqeya ji bo dersên Kurdî li Elmanyayê kêm e. Ji bo teşwîqkirina civak, zarok û malbatên Kurd divê çi bê kirin?

Ji bo me, ji hejmara Kurdan zêdetir, hejmara malbatên elaqeyeke baş şanî dersên Kurdî didin, giring û encamdar e. Em dibêjin, li bakurê Kurdistanê zêdeyî 30 milyonî Kurd dijîn, lêbelê hijmara qeydiyên dersên Kurdî nagihîje çar hezaran. Em dibêjin li Elmanyayê zêdeyî milyonekê Kurd dijîn, lêbelê hijmaran xwendekarên beşdarî dersên Kurdî dibin, ji 3 hezar û 500´î derbas nabe. Her çiqas hejmara Kurdan zêde be jî, gava ew dilxwaziya xwe diyar nekin, dana dersan daxwaz nekin, li deverên maf û derfet hene, zarokên xwe li dersên Kurdî qeyd nekin, ti wateya zêdebûna hejmara Kurdan namîne, ne maf tê bidestxistin û ne jî mafên hene tên firehkirin.

Li gorî tecrûbeyên xwe yên sî salên di nav kar û xebatên dersên Kurdî yên fermî li dibistanên Elmanyayê de, ez dikarim bibêjim: Gelek sedemên wê hene, lêbelê sedema sereke ew e, ku Kurd bi pirranî di warê giringiya perwerdehiya bi zimanê dayikê de hîn jî ne xwedî têgihiştin in. Ziman mercek ji mercên netewebûnê ye. Pêwîstiya Kurdan ji her kesî zêdetir bi parastina zimanê xwe û bidestxistina mafên perwerdehiya bi zimanê Kurdî heye. Gava mirov li bernameyên partiyên Kurdan dinêre, di hemûyan de jî daxwaziya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê tê dîtin, lêbelê di pratîkê de; ev partî wek zimanê siyasî zimanê serdestan, siyasetmedar jî di nav malbata xwe de bi heman awayî zimanê serdestan bi kar tînin. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, bikaranîna zimanê Kurdî di nav malbatê de, bi taybetî jî li bazarê pirr lawaz bûye. Li gorî hin lêkolînan li hin deveran daketiye rêjeya % 7´ê. Tevî zêdebûna medyaya Kurdî bi sedan, di nav malbatên Kurd de temaşekirina li televizyonên Tirkî ji yên bi zimanê Kurdî zêdetir e. 

Bi ya min, zarokên Kurd yên bi zimanê xwe yê dayikê tên perwerdekirin, dibin xwediyê şexsiyeteke neteweyî, rastiya neteweya xwe, rastiya welatê xwe, rastî û dewlemendiya çanda xwe nas dikin, girêdana wan ya bi civak, bawerî û malbata wan re zêdetir dibe. Ew xwe endamekî civaka Kurd; bi vî awahî jî xwe li hemberî civaka xwe berpirsiyar dibînin. Bi kurtayî zarok li hemberî asîmîlasyonê û helandinê tê parastin. Ya îro ji bo Kurdên penaber herî pêwîst jî ev e.

Mixabin piraniya malbatên me, ne xwedîzanîn in, yên xwedîzanînin jî di piratîkê de perwerdeyiya bi zimanê dayikê paşgûh dikin û helwêstên cidî diyar nakin.

Bi gelemperî, ji ber sedemên tênegihihiştina giringî û pêwîstiya perwerdehiya bi zimanê dayikê, malbat û saziyên me yên Kurdistanî giringiyê nadine perwerdehiya bi zimanê dayikê. Heger saziyên Kurdistanî, malbat û mamoste bi helwêst û biryardariyên cidî, bi hevdû re nexebitin, bidestxistina mafên perwerdehiya bi zimanê dayikê û her wiha parastina mafên hatine destxistin wê ne gengaz be. 

Malbatên zarokên xwe li dersên Kurdî qeyd dikin, lêbelê wan birêûpêk naşînin dersê, yan jî di pey re qeydiyên wan betal dikin, çi sedeman şanî didin?

Hincet gelek in. Sermeselê, gava dersên Kurdî beriya nîvrojê di dema dersên din de tên dayin, dibêjin, zarokên wan ji dersên xwe yên din dimînin. Lêbelê ev ne rast e. Ji ber ku demên dersan li gorî rêbaza fermî ya wezaret û senatoriyên perwerdehiyê, bi awayê bandora neyînî li dersên din neke, tên plankirin.
Gava, ders piştî nîvrojê ne jî dibêjin, zarokên wan debar nakin, ku hîn 2-3 saetên din li dibistanê bimînin. Yan jî, ji bîr kirine, ku îro dersa wan a Kurdî heye, hatine malê.

Hin malbat jî dibêjin, jixwe ew li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin, zarokên wan bi Kurdî baş dizanin. Hewcedariya wan bi dersên Kurdî tine! Lêbelê ew ji bîr dikin, ku ev ders bi awayên fermî li dibistanan tên dayin û di dawiya beşdariyê de belgeyeke fermî ya bi kêrî wan were, tê dayin. Û zarok dikarin li malê hînî axaftinên rojane bibin, dikarin biaxivin û fêm bikin lêbelê li dibistanê ew fêrî xwendin, nivisandin, rastnivîs, têgihiştin, axaftin û wekî din dibin. 

Wekî din jî, welatê me wek çar parçe hatiye parçekirin, zarava û devokên zimanê me gelek in. Gelek malbatên me jî bi salan di nav Tirkan yan jî Ereban de asîmîle bûne. Gava mamoste ne ji herêma wan be û ne bi zarava û devoka wan dersê bide, hingê jî dibêjin, tişta mamoste dibêje, zarokên me jê fêm nakin.

Ji xeynî van beşek ji Êzdiyan, bi taybetî jî yên ji Şengalê û Qefqasyayê ji Kurd û Kurdîtiyê nefret dikin û zimanê Êzdîkî derdixine pêş. Ew Êzdiyên Kurd, Kurdîtî û zimanê Kurdî diparêzin ne Êzdî, wek misilman dibînin. Ji ber vê jî zarokên xwe naşînine dersên Kurdî, yan jî zarokên xwe dişînin, lêbelê piştre ji ber israra naskirina zimanê "Êzdîkî", zarokên xwe hew dişînin. 

Gelo di warê kêmbûna dersên Kurdî de û di warê têkçûna dersên li hin deveran de kêmasiyên mamosteyan tinin?

Bêgûman kêmasiyên mamosteyan jî hene. Divê em ji bîr nekin, mamosteyên dersên Kurdî didin hemû, ne bi mûçe dixebitin. Mînak; mamosteyên li Swîsreyê dersan didin, her çiqas ew di dibistanan de û di bin çavdêriya saziya karên perwerdehiyê ya kantonê de dersan didin jî, ji ti deverê alîkariyeke diravî yan jî mûçeyekî wernagirin. Li vê derê elaqeya malbatan ji bo qeydkirina zarokan û şandina wan ya ji bo dersan her wiha rêjeya beşdariyê ji ya deverên mîna Elmanya û Swêd ku li wan mamoste fermî û bi mûçe dersan didin, gelekî paşdetir e. Mirov nikare gazinên zêde ji mamosteyên bi dildarî û bêmûçe dersan didin, bike; ji ber ku ew neçar in, bi karekî din debara xwe û ya malbata xwe bikin. Li vir, kêmasiya herî zêde ne ya mamosteyan a malbatan e. Ji xeynî wê, heger zarok li dersan neyên qeydkirin û yên hatine qeydkirin jî birêkûpêk beşdarî dersan nebin, mirov nikare gazinan ji mamosteyan bike.

Mamosteyên fermî kar dikin û ji dewletê mûçeyê digirin, divê ew erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Ji xeynî dana dersên Kurdî, ew di navbera dibistan, mamoste û malbatan de divê bibine pirek, di warê çareserkirina pirsgirêkan de ji wan re bibine alîkar, ji bo ku xwendekar xwendina xwe li gorî hêza xwe li dibistana hîn jortir dewam bikin ji wan re bibine şêwirmend, da ku hem dibistan û hem jî malbat dana dersên Kurdî û hebûna wan li wir ji bo xwe qencî bibînin. 

Wekî din jî, mamoste divê her tim xwe di warê pedagojî, rêbazên perwerdehiyê, dîdaktîkê û wekî din de bi pêş bixînin, bi bikaranîna materyalên cuda, nûjen û balkêş şagirtan bikişînine dersan û dersan bi wan xweş bikin.

Çavkaniya van tiştan jî Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK ye. Mamosteyên ku xwe ji YMK´ê dûr dikin, ji van derfetên herî zêde pêwîstiya wan pê heye, bêpar dibin. Gava mamoste her sal xwe di van waran de nû nekin, materyalên nûjen û balkêş bi kar neyînin, derveyî wê, bi metod û materyalên klasîk ên kevin dersan bidin, pêkanîna beşdariyeke xurt, girtina xwendekaran di dersan de û xwegihandina dawiya sala perwerdehiyê bi awayekî serketî wê ne gengaz be.  

Gelo em ê karibin van kêmasiyan, ji holê rakin yan jçî li pey xwe bihêlin?

Heger em, wek malbat, mamoste, sazî û dezgehên Kurd bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin; giraniya xwe bidine ser perwerdeyiyê, bi qedrê wê zanibin, hingê helbet. Beriya hertiştî divê ew zanibin ku ev mafên hatine standin bi ked û berdêlên mezin hatine standin û polîtiqayên înkar û asîmîlasyonê yên dewletên dagirker, pûç bikin.

Wekî mamosteyekî xwedî tecrûbe, ji bo jiholêrakirina kêmasiyan, û berfirehkirina mafên hatine bidestxistin, kurt û Kurmancî pêşniyazên te çi ne?

Heger, em mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî dixwazin, divê em wek malbat, sazî û mamosteyên Kurd ên Ewrûpayê, erk û berpirsiyariyên xwe nas bikin, di nav hevkariyeke bi rêk û pêk de, bi erkên xwe rabin. Pêşniyazên min jî ev in:

Ji aliyê Federasyonên me yên li Ewrûpayê ve damezirandina “Kordînasyona Ziman û Perwerdehiya Kurdî li Ewrûpayê”. Ev kordînasyon divê bêyî di bin bandora hêzeke siyasî ya Kurdistanî de bimîne, bi awayekî serbixwe û Kurdistanî ji bo damezirandina YEK-MAL´an û herwiha çalakkirina YEK-MAL´ên heyî xebatê bike, agahdariyên derbarê qanûnên navneteweyî yên mafên perwerdehiya bi zimanê dayikê de kom bike, li bajarên Kurd li wan pirr in, civînên derbarê giringî û pêwîstiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û berpirsiyariyên me de, li dar xîne, kampanyayeke dorfireh bide destpêkirin ji bo nivîsandina zarokan û herwiha miracaeta daxwazkirina dersên zimanê Kurdî li her welat û eyaleta Kurd lê pirr in.   

Li cihên dersên Kurdî li wan hene, ji bo zêdekirina şagirtan û herwiha pêkanîna beşadariyên birêkûpêk, danîna peywendiyan bi hemû sazî û malbatan re.

Di saziyên me yên olî yên mîna Mizgeft, Malên Êzdiyan û Malên Cemê de lidarxistina semînerên derbarê giringiya ziman û pêwîstiya zimanê Kurdî û berpirsiyariyên me de.

Ji bo perwerdekirin û bipêşvebirina berendamên mamoste û hînkarên Kurdî,  vekirina kursan di zanîngehan de û herwiha nirxandina derfetên ji aliyê hin zanîngehan ve tên dayin.                                               

Vekirina kursên Kurdî ji bo mezinan di komelan de û her wiha firehkirina kursên Kurdî yên heyî.

Teşwîqkirina xwendina pirtûkên Kurdî û herwiha bikaranîna zimanê Kurdî di nava malbatê, komel û saziyên Kurd de.

Amadekirin û çapkirina pirtûk û alavên dersên Kurdî û diberçavderbaskirina yên hene. 

Hemû televizyonên Kurdî dikarin, bi hevkariya Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK, bi mamosteyên dersên Kurdî re bernameyeke zindî ya hevbeş çêkin û bi vî awayî mamoste wê karibin zindî pirsên temaşevanan bibersivînin, dîtin, gazin û pêşniyazên wan binirxînin.

Di dibistanên dersên Kurdî de, mamosteyên Kurdî dikarin civînên dê û bavan li dar bixin.

Cihgirtina mamoste û hînkarên Kurd di nav Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpayê û sendîkayên mamosteyan yên ewrûpî de.

Eger ev kar û xebat werine kirin û her kes ji me berpirsiyariya xwe bizanibe û bi rihekî niştimanperwerî nêzî meselê bibe, ez bawer dikim ku em ê li her cihî bi ser kevin.
 
Mamosteyê Kurdî yê 30 salan

Mamoste Emîn Akbaş, sala 1960´î li gundê Şimiza navçeya Qubîna ser bi Batmanê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya pêşî li gundê xwe Şimizê, ya dibistana navîn li Qubînê, lîse li Wêranşara Rihayê, ya bilind jî sala 1978´an li Înstîtûya Perwerdeyiyê ya bajarê Bursayê dest pê kiriye û sala 1980yî jî li Amade qedandiye.

Mamoste Emîn Akbaş yê ku yek ji du mamosteyên Kurdî yên cara yekemîn li Elmanyayê fermî hatiye tayînkirin e, ji sala 1993´yan ve li gelek dibistanên seretayî û herwiha li Zanîngeha Bremenê dersên zimanê Kurdî dane û hîna jî li sê dibistanên seretayî yên Bajarê Bremenê, di 13 koman de, bi beşdariyeke birêkûpêk ya bi rejeya % 100 dersên Kurdî dide 107 şagirtan. Wî herwiha di damezirandina Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa-YMK û gelek saziyê kurdistanî de cih girtiye û demeke dirêj serokatiya YMK´ê kiriye.

Mamoste Emîn Akbaş ji sala 1991´ê ve di nava kar û xebatên  perwerdehiya Kurdî û ji damezirandina wê ya sala 1993´yan ve di nav kar û xebatên YMK û herwiha wek delegeyê kongreya giştî jî di nav Sendîkaya Hînkarî û Zanistê (Gewerkschaft Erziehung und Wissenschaft-GEW) ya eyaleta Bremenê de, bi awayekî aktîf cih digire.

Mamoste Emîn Akbaş, di warê fermî de li seranserê Elmanyayê ji sala 1993´yan ve, ango ji  30 salan ve li dibistanên Bremenê, bênavber dersên Kurdî dide û pirtûk û alavên dersên Kurdî amade dike.

Mamoste Emîn Akbaş, bavê  pênc zarok û 8 neviyan e.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka