Kuba rojbûna Castro pîroz dike
Kuba rojbûna Castro pîroz dike
Kuba rojbûna Castro pîroz dike
Kubayê rojbûna Rêberê efsaneyî yên şoreşê Fîdel Castro ku di 13’ê Tebaxê de ket 87 saliya xwe pîroz kir. Li grava sosyalîst li her derê bernameyên cejnê hatin lidarxistin û konser û musabaka pêk hatin.
Rêberê efsaneyî wek salên dawî dikir, dîsa bi malbata xwe re rojbûna xwe derbas kir. Keça birayê Fîdel Castro, Raul Castro ku niha li serê dewletê ye, Marîela da zanîn ku fermandar Castro ligel temenê xwe gelek aktîfe, xebatên siyasî dimeşîne û di salên de guherînên li Girava Azadiyê pêk hatiye jî bawere.
Pîrozbahiya herî bi coş a Castro ku di 13’ê Tebaxa 1926’an de hat dinê, li gundê Bîran a girêdayê bajarê Holguîn hat pîrozkirin. Li vir kamp hatin avakirin û bi sedan ciwan tevlibûn, çalakiyên sosyo-polîtîk pêk anîn. Her wiha kesê hatibûn vir bi dildarî tevli karkerên çandiniyê bûn û pê re xebitin.
Li navenda Kubayê jî bernameyek hebû. Fuarên hunerê, konser û pêşandan hebûn. Xebatê komîteya navenda Partiya Komunîst a Kubayê Omar Perez Salomon pirtûka xwe ya bi navê ‘Fîdel Castro, leşkerê fikr û ramanane’ da nasîn.
Castro li gorî gelê demî ya Kubayê, rewşa aborî ya malbata wî baş bû. Di dibistanên taybet yên katolîk de perwerde dît û piştre di 1945’an de çû Zanîngeha Havana. Ji ber zîrekbûna xwe ji aliyê mamosteyên xwe eleqeyek mezin dît.
Di salên zanîngehê de tevli tevgera sosyalîst bû. Berxwedana Bogota fikrên wî yên şoreşgeriyê zelalkir. Ligel hemû pirsgirêkan di 1950’î de mezun bû.
Castro bi 200 hevalên xwe yên şoreşger yên ji herêmên cuda, ji bo dawî li rêveberiya Batîsta bîne û şoreşa 26’ê Tebaxa 1953’an pêk bîne, bi ser qişlaya leşkerî ya Moncada ya Kubayê de girt û di encama vê de bi ser neket û ket girtîgehê.
15 sal ceza danê l3e salek şûnde ji ber efuyê hat berdan. Koma nû ya gerîlayan ava kir û Ghe Guevare naskir. Her şoreşgerên serkeftî, pişgiriya gel girtin û di 1’ê Çileyê 1959’an de rêveberî xist. Castro piştî vê şoreşa mezin bû serokomarê dewleta sosyalîst.
Di roja me ya îro de ligel temenê xwe yê mezin, hêj têkoşîna jiyanê dide.