NÛ BÛ II

Konvoya gel a diçû Tişrînê hate bombekirin: Şehîd û birîndar hene

Konvoya gel a ku diçû Bendava Tişrînê ji aliyê balafira bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk ve hate bombekirin. Hate ragihandin ku di êrîşê de 3 welatî şehîd bûne û 15 welatî birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û bi çek êrîş bir ser konvoya gel a ji herêmên cuda diçû Tişrînê. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Şehîd û birîndar rakirin nexweşiyên herêmê. Li gorî agahiyan 3 sivîl şehîd bûn, 15 sivîl jî birîndar bûn û rewşa hinek birîndaran jî giran e.

Navên birîndaran wiha ye: " Diyar Mihemed Hecî, Mihemed Mistefa Eqil, Hisên Salim Silêman, Mistefa Mehmûd Yûsif, Arif Elî Ehmed, Mihemed Enter Beko, Delîl Ebdullah Mihemed (birîna xwe giran e), Aldar Ebdulezîz Îbrahîm, Şeyda, Necîb Berkel, Mesûd Fetah Eqîl, Mihemed Osman Daban, Mehmûd Hesen Şahîn,  Fehya Elî û Îbrahîm Salih."