Konseya Ewlekariyê ya NY, wê bi mûxalefeta Sûriyê re rûnê

Konseya Ewlekariyê ya NY, wê bi mûxalefeta Sûriyê re rûnê

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) cara yekemîn wê bi rêveberên Koalîsyona Netewî a Sûriyê re li New Yorkê hevdîtinê bike.

Sefîrê Bilind ê Îngilîstanê yê li NY Mar Lyall Grant da xuyakirin ku ewê şandeya Sûriyê ya ji Sêşemê û vir ve li paytextên Ewropayê danûstandin dike, wê bi endamên Konseya Ewlekariyê ya NY re bên cem hev. Grant diyar ku wê ji şandeya Sûriyê de serokê koalîsyonê Ahmed Jarba serokatiyê bike û rayedarên leşkerî yên mûxalefetê jî wê beşdarî hevdîtinan bibin.

Grant ragihand ku wî hevdîtineke "ne fermî" ya navbera mûxalefeta Sûriyê û li gel Îngilîstan, Rûsya û Çînê bi 15 endamên Konseya Ewlekariyê ya NY re, organîze kiriye. Hat ragihadin ku wê bi vê hevdîtina navbera endamên Konseyê û Koalîsyona Sûriyê re, pirsgirêkên bingehîn ên şerê li Sûriyê bê nirxandin û mijarên, bidawîbûna dijwariyê, amadekariya 2. Konferansa Cenevreyê, alîkariya însanî, mafên mirovan, parastina penaber û sivîlan, werin nirxandin.

Hêjayî gotinê ye, ev hevdîtin li pêvajoyeke ku DYE biryara alîkariya çekan daye mûxalefeta Sûriyê û hewldanên konferansa aştiyê ya Cenevreyê xetimiye, rast tê.