Konseya Ewlekariyê ya NY der barê Sûriyê de li hev nekir

Konseya Ewlekariyê ya NY der barê Sûriyê de li hev nekir

Dewletên endamên Konseya Ewlekariyê ya NY’î duh li ser rewşa Sûriyeyê civiyan, lê piştî civînê tu daxuyanî nehat dayîn. Wezîrê Karên Derve yê Çînê jî ji dewletan xwest ku di mijara Sûriyê de bi baldarî tevbigerin. Hin çavdêrên Rûsî jî dibêjin ku armanca êrîşên li dijî Sûriyê, Rûsya ye. Serokê Emerîka Obama jî hîn di derbarê  destwerdan leşkerî ya li dijî Sûriyê de biryar nedaye.

Dewletên endamên Konseya Ewlekariyê ya Netweyên Yekbûyî duh di derbarê Sûriyeyê de lihev civiyan, lê piştî civînê tu daxuyanî nedan çepemeniyê, ev jî nîşana wê ye ku wan lihev nekiriye.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Emerîka diyar kir ku DYE dê hevdîtinan dewam bike, lê ew bawer nakin ku ti pêşketin çêbibin ji ber ku Çîn û Rûsya li dijî biryara destwerdana Sûrî ne.

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yiy jî destnîşan kir ku destwerdana Sûriyê dê li  Rojhilata Navîn bibe sedema tevlîheviyan. Wang di daxuyaniyeke ku li ser malpera wezaretê hatiye weşandin de, diyar kir ku pirsgirêka Sûriyê pêwîste bi rêyên siyasî were çareser kirin û ji hemû aliyan xwest ku di mijara Sûriyê de bi baldarî tevbigerin.

Lêkolînerê siyasî yê Rûsî Andrê Forsof jî di gotara xwe ya di rojnameya Komsololiskaya Pravda de, diyar kiriye ku dewletên Rojava dixwazin Sûriyê ji rêya xwe derxînin da ku berê xwe bidin Rûsya û Îranê.

Serokê Emerîka Barack Obama ji Tevna Televizyona Emerîkayê re axivî û behsa derbeyeke bi sînor û ji bo demeke kin kir. Obama da zanîn lê wan di vê derbarê de hîn biryara dawî negirtine.

Li gorî rojnameya Rosîskaya Gazêta Londonê şevî din bi awayekî awarte biryara destwerdana li dijî Sûriyê paşxistiye. Li gorî rojnameyê Parlementerên Partiya Karkeran a Muxalif gef li hikûmeta Birîtanya xwarine ku ewê li dijî biryara destwerdana leşkerî ya li dijî Sûriyê derkevin.