Kongreya Star tecrîda li ser Ocalan şermezar kir

Kongreya Star a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekî tecrîda girankirî yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê li wargeha Berxwedanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Endamên Kongreya Star û Rêveberiya Xweser amade bûn.  Her wiha di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Kongreya Star hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Zahîde Memo ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: "Bi navê Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê em bi tundî van kiryar û siyaseta dewleta Tirk şermezar dikin. Tecrîda girankirî yê li ser Rêber Apo siyaseta AKP'ê ya desthilatdar û neqebûlkirina Tirkiyê ji gel û kêmnetewên din diyar dike. Ji ber vê siyaseta qirêj yên girtin, revandin û qetîlkirin di bin navê hincetên cur bi cur de tê kirin. Dewleta Tirk di şexsê Rêber Apo de daxwaza lawazkirina îradeya gelan û bi taybet Gelê Kurd dike. Erdogan bi rêya girankirina tecrîdê li Îmraliyê felsefeya Rêber Apo hedef digire, lê Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê veguhest çavkaniya azadiya gelan û lêgerîna heqîqetê. 
 
Dewleta Tirk li kêlek meşandina tecrîdê û rênedana hevdîtinên Rêber Apo û parêzerên wî ve, êrîşî fikrê azadiyê dike. Em Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê van kiryaran, bêdengiya cîhanê, Rêxistina Mafê Mirovan û Rêxistina CPT'ê şermezar dikin. Sonda me ew e ku em ê pergala Îmraliyê bişkînin û Rêber Apo azad bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.