Kongreya ‘Ji nû ve avakirina’ KON-KURD'ê destpê kir
Kongreya ‘Ji nû ve avakirina’ KON-KURD'ê destpê kir
Kongreya ‘Ji nû ve avakirina’ KON-KURD'ê destpê kir
19’emîn Kongreya Konfederasyona Komeleyên Kurd a Ewropa (KON-KURD) li bajarê Verviers ê Belçîka destpê kir. Di kongreya ku ji gelek welatên Ewropa endamên ji federasyonên komeleyên Ewropa delege beşdar bûn wê ji nû ve avakirina rêxistina sîwan a Kurd were destgirtin.
19’emîn Kongreya Konfederasyona Komeleyên Kurd a Ewropa bi axaftinan destpê kir. Di serî de ji Elmanyayê YEK-KOM, ji Fransa FEYKA-Kurdistan, ji Hollanda FED-KOM, ji Swîsre FEKAR Kurdistan, ji Danîmarka FEY-KURD, ji Swêd Konseya Kurd, ji Belçîka FEK, ji Awusturya FEY-KOM gelek endamên federasyonên komeleyan beşdar bûn.
Kongreya KON-KURD a bi 12 federasyon û 175 komeleyan xwe ve organîzasyona herî mezin a Ewropyayê ye xwedî rojeveke tijî ye. Kongreya KON-KURD bi axaftina vekirinê ya Serokê KON-KURD Îsmet Kem destpê kir. Kem di axaftina xwe de bal kişand ser gengeşeyên li Kurdistan û Rojhilata Navîn.
Îsmet Kem di axaftina xwe de wiha got: “Em jî wek Kurdên li Ewropayê dijîn parçeyek ji vê têkoşînê ne. Em bi salan li vir dijîn. Me têkoşînek û berdêl dan. Me saziyên xwe ava kirin û pêş xistin. Ev nayên înkarkirin. Dewletên Ewropî ji bo astengiyan ji me re derxin her tişt kirin. Li Parîsê sê hevalên me qetil kirin. Televîzyonên ku bi ked û hewldana gelê me hatin vekirin girtin. Em pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistan hatiye destpêkirin destek dikin. Banga me ev e ku her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê.”
Piştî axaftina Kem, ji bo dîwanê hilbijartin pêk hat. Piştî rojeva kongreyê hat diyarkirin Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Tahir Kemalîzade axaftineke kurt kir. Kemalîzadê ku di axaftina xwe bal kişand ser girîngiya pêvajoya çareseriyê û got ku wek KNK’ê wê piştgiriyeke tam bidin biryarên ji kongreyê derkevin.