Kongreya 2. a PKAN'ê li Stockholmê pêk hat

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), kongreya xwe ya 2. bi beşdariya 70 delegeyên ji gelemperiya Ewropayê, li paytexta Swêd Stockholmê li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û Kurdistanê, dîwana kongreyê hate avakirin û Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Rebwar Reşîd axivî.

Reşîd serketin ji kongreyê re xwest û li ser girîngiya rêxisitnbûna Kurdên li Anatoliya Navîn rawestiya. Reşîd destnîşan kir ku weke KNK'ê ew ê bi her awayî piştgiriyê bidin rêxistinbûna Kurdên Anatoliya Navîn.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Fatoş Goksûngûr jî işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, hêzên şoreşger û demokratîk kir û got, li her qadê pêwîstî bi rêxistinbûn û berxwedanê heye. Goksûngûr diyar kir, ku Kurdên ji Anatoliya Navîn jî divê xwe li her welatî bi rêxistin bikin û bi awayekî çalak cihê xwe di nava têkoşîna dijî dewleta Tirk de bigire.

Piştre raporên kar û malî hatin xwestin, rexne û pêşniyar hatin kirin. 

Di kongreyê de, ji bo rêxistinbûn hê bi xurtî bê kirin û girseyên gel bigire nava xwe, di rêziknameyê de guhertin hate kirin. Biryar hate dayin ku li welatên Kurdên Anatoliya Navîn lê dijîn, meclîs werin birêxistinkirin. Biryar hat girtin ku hevserok û nûnerên meclîsan bibin delegeyên xwezayî yên kongreya Ewropayê.

Ji bo rêveberiya platformê 12 endamên nû ji Elmanya, Awûstûrya, Swîsre, Hollanda, Swêd û Norwêcê hatin hilbijartin. Ji Elmanyayê Melîha Dogan û ji Swêdê jî Kadîr Çelîk ji bo hevserokatiya PKAN'ê hatin hilbijartin.

Kongre bi stranên hunermendên Kurd ên ji Anatoliya Navîn qediya.