Konferansa Cenewre-2 dibe Mijdarê pêkbê!
Konferansa Cenewre-2 dibe Mijdarê pêkbê!
Konferansa Cenewre-2 dibe Mijdarê pêkbê!
Nûnerê Sûriyeyê yê Taybet yê NY û Yeketiya Ereban Lexdar Brahîmî got, Konferansa Cenewre-2 ya ji bo çareseriyekî siyasî ji bo krîza Sûriyeyê bibînin tê plankirin, dibe meha Mijdarê pêkbê û pêwîste alî bêşert û merc tevlî bibin.
Lexdar Brahîmî ji radyoyên TV5 û RFI ên Fransayê re axivî û da diyarkirin ku, li gel nemisogere jî dibe ku konferans meha Mijdarê pêkbê. Brahîmî got, “Ez hewil didin herkesê hefteya sêyem ya meha Mijdarê vexwînim. Em dê bibînîn. Ez realîstim.”
Li gorî Brahîmî, pêwîste rêveberiya Beşar Esad û muxalefeta nûnertiya Koalîsyona Netewî a Sûriyeyê bê şert û merc biçin Cenewreyê
PÊWÎSTE ALÎ BÊŞERT Û MERC TEVLÎ BIBIN
Nûnerê Sûriyeyê ê Taybet Brahîmî got: “Esad nikare bêj ez bi X yan jî Y re hevdîtinê nakim. Heman tişt ji muxalefetê re jî derbaz dibe. Rûs ji me re dibêjin Birêz Beşar qebûl kiriye.”
Moskowayê di serê meha Cotmehê de daxuyaniyek dabû û gotibû, rêveberiya Şamê dibêje ew li Cenewre-2 dikarin bi muxalefetên çekdar ên nerim re hevdîtinê bikin. Muxalefet jî weke şertê destpêkê dibêjin, pêwîste Beşar Esad ji desthilatdariyê vekişe.
Hewildana Duwemîn Konferansa Cenewreyê, ji aliyê wezîrên derve ên DYA û Rûsyayê ve di meha Adarê de hatibû destpêkirin. Lê belê ji ber nelihevkirinên li ser armanc û beşdarvanan, konferans gelek caran hate taloqkirin.
PÊWÎSTE CÎHATXWAZ NEKEVIN ŞÛNA REJIMA HEYÎ
Brahîmî anî ziman ku, pêwîste Îrana piştgiriyê dide rejimê û Erebîstana Siûdî ya piştgiriyê dide komên çete jî beşdarî konferansa Cenewreyê bibin. Brahîmî destnîşankir ku, “Ez li New Yorkê bi (Serok Komarê Îranê) Hesen Rûhanî û Wezîrê wî ê Derve civiyam. Dixwazin beşdar bibin. Vê jî dibêjin: ‘Eger em neyên jî dawiya vê cîhanê nîne.’ Pêwîste biryar ji aliyê DYA û Rûsyayê ve bêgirtin.”
Brahîmî balkişande ser ku, pêwîste cîhadxwaz nekevin şûna rejima niha û got: “Rûsya û Rojavayiyan li hev kiriye. Pêwîstî bi pêvajoyekî ya hilbijartinên ku ji aliyê qada navnetewî vê kontrol kirin heye.”
Brahîmî li ser pirsek ya têkildarî erkê wî ê di dosyaya Sûriyeyê de jî, pejirand ku hertim xwestiye îstîfa bike. Brahîmî da diyarkirin ku, “Hema bêje peywirekî bêîmkane. Ez dixwazin îstîfa bikim, ji ber ku pir zehmete. Pêşketin çênabe, tu kes guhdarî min nake. Lê belê li aliyê din eger hêviyek biçûk jî hebe, mafê min ê çûnê tune ye.”