KON-MED’ê ji bo Festîvala Çanda Êzidiyan banga tevlîbûnê kir

Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) ji bo 1. Festîvala Çand Êzidiyan banga tevllîbûnê li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê  kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyek nivîskî weşand û ev tişt diyar kir; “Civaka Êzidî ya Kurd ku yek ji civakên herî kevnar ên Rojhilata Navîn e ji bo ku baweriya xwe bi azadî bijîn û b idaxwaza ku bigihîjîn rojên ku neyên vederkirin îro li bajarê Elmanya Bîelefeldê yekemîn Festîvala Çanda Êzidî tê lidarxistin, bi ruhê têkoşîna azadiyê û berxwedana Êzîdxan a li Şengalê beşdar bibin.

Civaka Êzidî gelek rojên zor û ewqas bi êş jiyane. Ev festîval tevî Fermana 73’an yên ku Şengal ne terikandin, ji bo avakirina civakekî xweser û azad liberxwe dan û ji bo ji nû ve avakirina Şengalê bibe wesîleya vegera bi hezaran Êzidiyên ku koçberbûne.

Em KON-MED serî de federasyonên me yên li Elmanya, hevserokên meclîsan, hemû saziyên baweriyê, jin, civan û hemû endsmên saziyan wê beşdar bibin. Ji bo yekemîn Festîvala Çanda Êzidî ku wê li bajarê Elmanya Bîelefeldê bi bernameyekî çanda zengîn were lidarxistin, bi ruhê têkoşîna azadiy>ê û berxwedanê ya Şengal a Êzidxanê em banga beşdarbûn û xwedîderketinê dikin.”