Komuna şanoyê dibe dengê gel

Komuna Şanoyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku hunermendên xwe perwerde dike, şahî û êşa gel parve dike û dibe dengê wan. Komunê heta niha 108 şanoger perwerde kirine.

Her çiqasê bi Şoreşa Rojava re ji şanoya Kurdî re lez hatibe dayîn jî, kom di sala 2017’an de di bin banê komuna şanoyê de kom bûn û di sala 2019’an de rêxistinbûnek berfirehtir avakirin.

Qedexekirina zimanê Kurdî li Sûriyê rê li ber nîşandana çand û hunerê bi zimanê Kurdî girtibû. Ji ber vê yekê gelê Kurd nikarîbû bi zimanê xwe şanoyên li dar bixista. Gelek Kurd li avahiyên şanoyê yên girêdayî dewletê, di şanoyên ku ne bi zimanê dayikê bûn beşdar bûn. Sahneyên şanoyê yên ku ziman, çand, pirsgirêkên gel ên civakî, sosyolojîk û erdnîgarî îfade nakin û hest, êş û şahiya wan nîşan nadin, bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re gihiştin qonaxên cuda. Bi pêkhatina Şoreşa Rojava û ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re, derketina gel a qadan ya bi ziman, çand û rengê xwe hat esasgirtin.

NAMZETÊN NÛ BI PERWERDEHIYÊ TÊN AMADEKIRIN

Rêxistinbûn ku di şanoyê de weke pêwîstiyeke bingehîn tê dîtin, di avakirina Komuna Şanoyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê de roleke sereke lîst. Kom di sala 2017’an de di bin banê komunê de kom bûn û di sala 2019’an de rêxistinbûnek berfirehtir avakirin. Komuna ku piraniya dema xwe dide xebatên perwerdehiyê, heta niha 9 dewreyên perwerdeyê vekirine ku 5 ji wan li Cizîrê, 3 li Firatê û yek jî li Şehbayê hatiye lidarxistin. Komuna ku balê dikişîne ser bikaranîna deng û vegotinê, bikaranîna zimanê bedenê, senaryo û perwerdehiya derhêneriyê, ji bilî dewreyên perwerdeyê, li gorî pêwîstiyan heftiyê du caran perwerdeyê dibînin.

LI QAMIŞLO Û DÊRIKÊ ATOLYEYA ŞANOYÊ

Di dema ku 108 namzedên lîstikvanê şanoyê têne perwerdekirin, perwerde ne tenê bi zimanê Kurdî, bi zimanê Erebî jî tê dîtin. Ji bilî şanoya Kurdî, girîngî didin şanoya Ereban jî. 26 mamoste tevlî xebatên perwerdeyê dibin. Ji bo mamosteyan, perwerdehiya derhêneriyê girîng e. Ji ber ku komun ji şanogerên xwedî tecrûbe piştgirî distîne, ji bo ku mamoste hîn bêtir afirîner, pêşketî û serwer bin, projeyên perwerdehiya derhêneriyê dewlemend dike. Bi armanca danîna bingehê ji bo xebatên şanoyê, tê armanckirin ku li Dêrik û Qamişloyê di atolyeyan de lîstikvan, senarîst û derhênerên pispor bên perwerdekirin. Xwendevanên ku ji her du atolyeyan mezûn dibin, ji bo sehneyê amade dike.

BI MÎHRÎCANÊ PEYAMA YEKÎTIYA GELAN DIDIN

5 komunên şanoyê, li Herêma Cizîrê 13, li Herêma Firatê 8, li herêma Şehba jî 2 komên zarokan bi giştî 26 komun xebatên çand û hunerî birêve dibin. Komuna şanoyê ku heta niha 5 mîhrîcan li dar xistiye, di mîhrîcanan de yekîtiya gelan esas digire; Gelê Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Suryanî û Ermenî bi ziman, cil û berg û çanda xwe beşdarî mîhrîcanê dibin.

Yek ji rêveberên Komuna Şanoyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Ednan Ehmed Mistefa ku ji ANF'ê re axivî, diyar kir ku şoreşê hunermendên xwe afirandine û got, “Ji bo civakê teşwîqî şanoyê bike, ji bo ku şanoya Kurdî diyar bibe û projeya neteweya demokratîk bi gel bidin nasîn, perwerde şert e. Perwerde pêdiviyeke me ya nebê nabê ye. Hem perwerdehiya teknîkî hem jî îdeolojîk tê dayîn. Em armanc dikin ku endamên komunê di aliyê rewşenbîrî de pêş bixin û bi vî awayî rastiya şoreşê hem ji endaman re û hem jî ji civakê re ragihînin.”

PROJEYÊN NÛ JI BO MAMOSTEYAN

Ednan bal kişande ser girîngiya rola mamostayan û wiha dewam kir: “Mamoste çiqasî xwe pêş bixe, zanyariyên xwe veguhêze û yek bi yek bi namzetên şanoyê re mijûl bibe, wê şano ewqasê pêş bikeve. Divê mamoste potansiyela heyî bi rêxistin bike û kom bike. Serketina komê serketina mamoste nîşan dide. Ji ber ku di şanoyê de hem hêza zanînê û hem jî huner hewce ye, perwerdekirina mamosteyan weke ku xuya dike ne ewqas hêsan e. Ked dixwaze. Weke komun em ji bo mamosteyan jêhatîtir bikin amadekariyên projeyên nû dikin.”

AZADIYA GEL ESAS TÊ GIRTIN

Ednan Ehmed Mistefa sedema pêwîstiya şanoyê wiha vegot: “Şano ew e ku êş û şahiya civakê jiyan bike û nîşan bide. Di paşverûtiya civakî de guhertin çêkirin û sererastkirina xeletiyan e. Em dikarin jê re bibêjin dibistaneke ku zindî tê pêşkêşkirin. Bi gel re rû bi rû tê û peyamên girîng dide gel. Armanca sereke ya şanoyê ew e ku mijareke civakî diyar bike û di çarçoveya vê mijarê de gel zana bike. Lewma li dijî pergala dewletê ye û dengê gel e. Şano rexneyê li xeletiyê dike û ya rast li şûna xeletiyê datîne, bang li ramanên azad û şoreşê dike. Em jî di şanoyên xwe de felsefeya Neteweya Demokratîk esas digirin û bi vê felsefeyê xwe bi rêxistin dikin. Di xwezaya şanoyê de azadbûn heye, lewma azadiya gelan esas tê girtin.”