Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê: Banga hunermendan dîrokî ye

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê banga yekîtiya netewî ya rewşenbîr û hunermendan slav kir û got, ''Dema ku berxwedan bi yekîtiya netewî hate tacîdarkirin wê bibe mizgîniya azadiyê.''

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê îro bi daxuyaniyeke niviskî got,''Insîyatîvên rewşenbîr, hunermendan, li ser navê çand, ziman û yekîtiya netewî bi girîngiyeke dîrokî ye.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Li dijî pergala qirkirinê ku Kurdistan parçe kiriye û li derî statûyeke wiha ye ku mirov nikare jêre mêtingeh jî bibêje, têkoşîna azadiyê ya ku bi berdêlên mezin tê rêvebirin hatiye qonaxeke nû. Em di pêvajoyeke wiha de ku pêkanîna yekîtiya me ya netewî divêtiyek e.''

'LI DIÎ QIRKIRINA KURDAN DIVÊ MIROV BIBE YEK'

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Faşîzma piştî ku qirkirina Ermen, Sûryan, Keldan û Rûman bi cih anîn û niha dixwaze qirkirina Kurdan temema bike, bi êrîşên dagirker ên li ser serbilindiya mirovahiyê Rojava re, kiriye ku rastiyek ji hêla her kesî ve were dîtin. Armanc ne beşek ji Kurdan, hemû Kurdistan e. Ên di hedefê de ne tenê Kurd in, hemû gelên li ser vê cografyayê ne. Bi ser de li ber çavê hemû cîhanê sûcê mirovahiyê hatiye kirin û ev tê domandin. Li dijî van hemû êrîşan li ser hêza gelê me mezintirîn berxwedana cîhanê tê kirin. Li bara van rastiyan giyanê yekîtiya netewî ji her demê zêdetir geş bûye û bûye peywirke wiha ku mirov nikare taloq bike.

Li dijî Tayyîp Erdogan ku bûye xwedî sifetê dîktatorê sedsalê û li dijî rejîma qirkirinê ya ku ew temsîla wê dike, berxwedaniya ku gelê me bi berdêla mezin dike, dema ku bi yekîtiya netewî were tacîdarkirin wê bêrîkirina bi sedan salan pêk were û bibe mizgîniya azadiyê.

'DÎWARÊN TIRSÊ HATIN HILWEŞANDIN'

Gelê me dîwarên tirsê hilweşandine. Weke ku gelê me dibêje, ''ewr çi qasî tarî bin jî nikare xwe li ber hêza bayê bigire''. Gelê me her wiha gihaye ku dikarin arîşeyên xwe bi diyalogê çareser bike, xwedî vê tecrûbeyê ye. Li her parçeyên Kurdistanê tecrûbeyeke zêde ya têkoşînê, destkeftin hene. Yekkirina van hemû nirxan, wê siyaseta dijminên Kurdistanê ên parçe bike û tine bike, pûç bike.

'REWŞENBÎR Û HUNERMENDAN GAVEKE DÎROKÎ AVÊTIN'

Tam jî di pêvajoyeke wiha de rabûna bi rista pêşeng a rewşenbîr û hunermendan a li Ewropayê ji bo yekîtiya netewî bûye gaveke dîrokî. Bayê azadiyê yê ku wê hemû ewrên tarî yên faşîzmê belawela bike bayê yekîtiya netewî ye. Rewşenbîr û hunermendên me bi vê gava xwe ji bo yekîtiyeke netewî bi berpirsyariyeke mezin rabûne.

Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî hewldana tora çand û zimên ya sazî û dezgehên demokratîk, a rewşenbîr û hunermendan di vê pêvajoyê de li dijî qirkirinê helwesteke watedar e. Li dijî rejîmê ku êrîşên dagirker bi ser her deverê de tîne, li gel ku zimanê Kurdan jî qedexe dike û dibêje ti êrîş li ser Kurdan nîne, parastina çanda xwe û zimanê dayikê ku haveynê vê yê giyanî ye, rûyê wan ê rast nîşan dide. Mijara zimên xala şikestinê ya qirkirina çandî ye. Her wiha ji ber sedema çawaniya beşdaran ê dîtin ku ev ji bo yekîtiya netewî gavên girîng in.

'HETA KU YEKÎTÎ WERE PÊKANÎN..'

Di vê pêvajoya dîrokî de ku gelê Kurdistanê û gelên me qedera xwe kirine destê xwe û bi berdêlên mezin ber bi azadiyê ve dimeşe, em van insiyatîvên yekîtiyê ya ku li pêşengiya rewşenbîr û hunermendan tê slav dikin, ji ber bihistyariya wan, wan pîroz dikin û serkeftinê ji bo wan dixwazin.

Ev helwest li dijî faşîzmê helwesta azadiyê ye, li dijî rejîma qiririnê helwesta birûmet a berxwednaê ye, li ser navê yekîtiya netewî bang û helwesteke dîrokî ye. Ji ber van hemû sedeman bi hêviya ku ev insîyîtavîn heta ku yekîtiya netewî pêk were, were domandin, geşkirin, em diyar dikin ku em Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Kurdistanê her demê li gel wan in, bi coşdariyeke mezin destekê didin, wan slav dikin û hurmeta xwe nîşan didin.''