Komên çete ji bo Rahîbeyan xwestin Dewleta Sûriyê hezar jinên girtî berde

Komên çete ji bo Rahîbeyan xwestin Dewleta Sûriyê hezar jinên girtî berde

Navenda Çapemeniyê ya girêdayî 'Ehrar Qelemûn' ragihand ku 12 rahibên jin ên ku ji Dêra Mar Tiqla ya bajarê Meelûla hatibûn revandin, koma ku ew revandine daxwazên xwe di rêya Vatîkan ji Hikûmeta Sûriyê xwestin.

Navenda Çapemeniyê ya girêdayî 'Ehrar Qelemûn' ragihand ku daxwazên koma çekdar a ku rahibên jin revandine, ji Hikûmeta Sûriyê hatine xwestin, di rêya Seroka Dêra Mar Tiqla Rahîbe Bîlaciya Siyaf a ku daxwazên wan gihandin Vatîkan evin: daxwaza yekemîn ew e ku divê Hikûmeta Sûriyê hezar girtiyên jin ji girtîgehên Sûriyê serbest berde. Ew jî dê 12 rahibên jin serbest berdin. Ev yek bi hevkariyekê di navbera tabûra 'Ehrar Qelemûn' û Cebhet El-Nusra de dê pêk were.

Daxwaza duyemîn jî Cebhet El-Nusra xwest ku dorpêçkirina herêma Xota ya bajarê Şamê were vekirin.

Li aliyê din piştî ku Seroka Dêrê bi rêya telefonê daxwaza koma ku rahibên jin revandine ragihand, Hikûmeta Sûriyê parêzerek ji bo pirsgirêkê bi Vatîkan re bişopîne, erkdar kir.

Navenda Çapemeniyê ya girêdayî 'Ehrar Qelemûn' diyar kir ku hemû rahibên jin baş in û li xwe mukir hatine ku ew alîgirê rêjîma Beşar El-Esed in, lê piştî ku balafirên wî Dêr bobebaran kir, wan nêrîna xwe guhartiye û daxwaza wan ji bo azadiya hemû Sûriyê ye.