Komeleya Kurd a li Marsîlya hat girtin

Komeleya Kurd a li Marsîlya hat girtin

10 kesên ku li bajarê Fransa Marsilyayê hatin girtin şûnde derbarê wan de doz hate vekirin ji aliyê Dadgeha Ceza a Parîsê 3 sal cezayê girtîgehê jêre hat dayîn. Dadgehê biryara girtina Mala Gel a li Marsîlyayê jî da.

16. Dadgeha Ceza a Parîsê biryara xwe a di derbarê 10 kesên ku girtî û Mala Gel a Marsîlyayê bi îdiaya “navberkarî” ji bo PKK’ê fînansman çêdike, diyar kir.

Dadgehê ji bo 10 kesan ji 3 heyvan heya 3 salan cezayê girtîgehê da. Kesê ku bi îdiaya “serokê fîîlî” yê komeleyê ku cezayê herî giran jêre da, hinek jiwan jî hatin berdan. Dozger cezayê 4 salan jêre xwestibû.

Dadgeha ceza ji bo komeleya Marsîlya 20 hezar euro cezayê pare da û fermana giritna komeleyê da. Dozger jî 50 hezar euro ceza dabû û xwestibû bê girtin.

Di îdianameyê de xebatên çandî bi îdiaya “komkirina kampanyayê” hewildan ku kriminalîze bikin, tewanbarî pişt dide îdiayên kesên bi navê H.B., F. G.  sucên ku li Marsîlya çêbûne ji ber lêpirsîna li polîsan kirine. Lêpirsîn di Mijdara 2008’an de piştî lêpirsîna sûc a herdu kesên qala gotinê ne destpê kiribû.

Komeleya Marsilya ji sala 2011’an bû komeleya duwem a Kurdan ku tê giritin. Li Fransa tûndiyên li ser Kurdan ji sala 2007’an ve zêde bûn. Di navbera Çilê 2007 û Sibata 2013’an de li Fransa 250 Kurd bi hinceta siyasîne hatine binçav kirin. Ev operasyonane bi giştî yan pêş hevdîtinên li gel hikûtema Tirk yan jî piştî hevdîtinên wan pêk tê.  Dadgeha Ceza a Parîsê di 2’ê Mijdara 2011’an de biryara girtina Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya jî dabû. Di 9’ê Çileyê 2013’an de jî li Parîsê di nava rojê de 3 jinên Kurd yên şoreşger li Navenda Enformasyona Kurdistanê bi guleyên li serê wan xistin qetil kirin.