Komeleya Çandê ya Kurdan a Stockholmê kongreya xwe pêk anî û bi sala nû re rêveberiya xwe ya nû hilbijart.
Kongreya diyarî 10 gerîlayên HPG’ê yên ku 31’ê berfanbara 2012 li navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dan, hate kirin bi wêneyên her deh gerîlayan û alan hate xemilandin.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşê, Kanî Mîranî dest bi axaftinê kir û pêşketinên dawî yên li Kurdistanê nirxand. Mîranî bal kişand ser êrîşên topyekun ên li hembrî gelê Kurd û bal kişand ser berxwedan û rêxistinbûna Kurdan a li hemberî van êrîşan.
Piştre di kongreyê de xebatên berê yên komeleyê hatin nirxandin û rêveberiya nû ya komeleyê hate hilbijartin. Di kongreyê de hat diyarkirin ku ku dê komele bi awayeke çalaktir beşdarî kampanyaya ji Ocalan re Azadî bibe û banga xurtkirina kampanyayê hate kirin.
Piştre hilbijartin pêk hat û ji bo serokatiyê Heval Înce, sekreterî Necatî Kanat, Sekreteriya Aborî Emîn Balaban, endamên desteya rêveber Nûrdeîn Bediz, Talat Karanfil, Sîdar Kahraman û Nacî Rojhilat hatin hilbijartin.